Li Îtalya û Hollandayê êrîşên dagirker hatin protestokirin

Li bajarên Bolzano, Trîeste, Alessandrîa, Mîlano yê Îtalyayê û li bajarê Den Haagê yê Hollandayê dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin.

BOLZANO

Li bajarê Bolzanoyê Kurdistanî û dostên wan li qada Walterê kom bûn xwestin û firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê were sekinandin.

ALESSANDRÎA

Li bajarê Alessandrîayê jî Komeleya Verso Kurdistanê standek vekir, qetlîamên dewleta Tirk protesto kir û belavok belav kir.

TRÎESTE

Li bajarê Trîesteyê jî komek çalakgeran li cihên şên ên bajêr pankartên ‘Qetlîamên li Kurdistanê bidin sekinandin’ û ‘Em bêdengiyê bişkînin’ hate daliqandin.

MÎLANO

Li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li Mîlanoyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û girtinên endamên HDP’ê hate protestokirin. Çalakgeran xwestin ku bila hemû girtiyên siyasî bên berdan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî were rakirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê hate protestokirin. Çalakî li pêşiya parlementoya Hollandayê hate lidarxistin û ji raya giştî ya navneteweyî hate xwestin ku bila bêdeng nemîne.