Li Êrîvanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin

Qetilkirina sê jinên Kurd li gundê Helîncê yê Kobanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin, bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Kurdistanêyin li bajarê Êrîvanê dijîn li mala Kaneker  a Kurdistan Komîte kom bûn, êrîşên dewleta Tirk ya faşîst şermezarkirin.

Saziyên kurd yên li Ermenistanê êrîşên dewleta Tirk a 23’yê Hezîranê bi balafirên bêmirov li gundê Helîncê yê Kobanê  3 jinên kurd Zehra Berkel, Hebûn û dayê Emînê hatibûn şehîdkirin şermezar kirin. Di çalakiyê de wêneyên her sê jinan hildan.

Endama  Yekîtiya Jinên Azad ( YJA ) Çîçêk Rizgar axivî, şehîdên meha Hezîranê bîbîr anî û got: “Êrîşên dewleta faşîst ku bi salan e li ser gelê me dike û taybetî jî li ser jina Kurd dike. Em wek jin vê qebul nekin. Em dizanin ku Erdogan bi hişmendiya xwe ya qirêj dixwaze li hember jinên pêşeng komkujiyan bikin.Lê em jî ji Erdogan re dibêjin tê nikanibe jina Kurd bêdeng bike, yê ku bêdeng bibe tu yî.”

Rizgar anî ziman ku çiqas komkujî li ser wan bê kirin jî wê nikaribin wan tine bikin. Rizgar got ku Erdogan û yên weke wî ji hêza jinê ditirsin ji wê êrîşî dikin. Rizgar diyar kir ku îro jî bi hezraan Zehra li qadan li ber xwe didin. Herî dawî Rizgar got: “Em ê bi teqez bi ser bikevin.”

Çalakî bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ bi dawî bû.