Li 3 bajaran êrîşên dagirker hate protestokirin
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li 3 bajaran hate protestokirin.
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li 3 bajaran hate protestokirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate protestokirin. Gel li qada Canabîereyê hatin ba hev û heta Vîeûx-Portê meşiyan.
Di meşê de belavok hate belavkirin û mîtîngek hate lidarxistin.
BRUKSEL
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye Kurdistanî û dostên wan çalakiyek li dar xistin. Çalakî li qada Place de la Monnaîeyê hate lidarxistin.
Çalakgeran posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên TJK-E, TPG û YPJ’ê, wêneyê 3 jinên li Kobanê hatin qetilkirin û posterê Zeynep Celaliyan hildan.
Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê dîktator’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ bi dawî bû.
DEN HAAG
Li Den Haagê ya ku paytexta Hollandayê jî êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Çalakî li pêşiya Parlementoya Hollandayê hate lidarxistin.
Saziya Civaka Sivîl a Hollandayê DOORBRAAK’ê jî tevlî çalakiyê bû û peyaman piştgiriya ji bo gelê Kurd da.
Di peyamê de hate diyarkirin ew li dijî faşîzma Erdogan banga hevgirtina ji bo Kurdan dikin.