Kuştina Jîna Emînî li Grazê hate şermezarkirin

Li Grazê bi pêşengiya organîzasyonên femînîst jin li hev kom bûn û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Îranê şermezar kirin.

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, jin saet di 17:30'î de li Griesplatzê li hev civiyan û heta bi Lendplatzê meşiyan.

Çalakî ji aliyê organîzasyonên femînîst ve hate lidarxistin. Jinan bi pankart û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" polîtîkaya qirkirina jinê ya dewleta Îranê şermezar kirin.