Kurê waliyê Elman yê hatî qetilkirin yekîneyên hikûmetê sûcbar kir

Crîstoph Lubke yê kurê Waliyê Herêma Kassel ku sala 2019’an ji aliyê Naziyan ve hat kuştin, cara yekemîn axivî. Lubke, rexne li yekîneyên ewlehiyê yên Elman kirin û got: “Ji ber ku çavê rastê yê dewletê girtî ye, bavê min hat kuştin.“

Bi kuştina Waliyê Herêma Kasselê Walter Lubcke 2’yê Hezîrana 2019’an, talûkeya Neonazî cardin bû rojev. Piştî kuştina Lubcke, polîsan zext li komên Neonazî kir, destgîr kirin. Kujer Stephan Ernst ku sala 2021’î bi cezayê hetabihetayê hat cezakirin.

KURÊ WALTER YEKÎNEYÊN DEWLETÊ SÛCBAR KIRIN

Chrîstoph Lubckeyê kurê Walter Lubcke ku piştî sê sal û nîvan piştî mirina bavê xwe, cara yekemîn axivî, yekîneyên dewletê sûcbar kirin. Lubcke ku bi malpera nûçeyan T-Onlîneê re axivî, bal kişand ser wê yekê ku yekîneyên ewlehiyê yên dewletê li dijî terora rastgîr têr tidarek nekirine.

Lubcke diyar kir ku yekîneyên ewlehiyê bavê wî têr neparastiye û got: “Ez nabêjim ji sedî sed, lê heke tidarek baş bihatana kirin dibû ku hêj bavê min sax bûya. Lê terora rastgir bi qasê ya îslamî cidî nedidît, çavê rastê yê dewletê girtî bû.“

DADGEH ÇIMA BI TENÊ LI SER YEKÎ RAWESTIYA?

Lubcke bi bîr xist partiya AFD ya zêde rastgir a populîst bi daxuyaniyan bavê wî ji xwe re kirine armanc lê tu tevdîr nehatiye girtin û têkildarê parvekirinên pê bavê wî hedef hatiye nîşandan jî tu lêpirsîn nehatiye kirin.