BI DÎMEN

Kurdistaniyên li Cenevreyê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê meşiyan.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DEWAM DIKIN

Girseya ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Ge) li qada Navigation li hev civiyan, ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê gel bi pankartên “Kurdistanê biparêze” û “Êrîşa li ser Kurdistanê bi rawestîne” dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê û silavkirina berxwedana gerîla hat berzkirin û di tevahiya meşê de danezanên bi Fransî hatin belavkirin. Kurdistaniyên ku bi meşê gihiştin qada Mont-Blanc, li vir mîtîngek li dar xistin. Ramazan Kizilkurt ku di mîtîngê de axivî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bêyî ku sivîl û qadên sivîlan berçav bigire, li Kurdistanê stratejiyeke şer ê qirêj dimeşîne.

Kizilkurt bi bîr xist ku ev êrîşên dagirkeriyê bi erêkirina hikûmeta Iraqê û hevkariya PDK’ê dewam dike û wiha got: “Ev êrîşên ku bi xiyanet û hevkariyê tê meşandin, li ser bingeha astengkirina yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Em ê rê nedin xiyanet û hevkariyê û têkoşîna xwe li ser bingeha azadî û yekîtiya Kurd bidomînin.”

Piştî axaftinê metna çapemeniyê ya bi Frasnî, ji aliyê Ramazan Baytar ve hate xwendin. Baytar, li dijî êrîşên li ser sivîlan bang li civaka navneteweyî kir û got: “Divê saziyên navneteweyî li dijî van êrîşên ku qadên jiyanê hedef digire, helwest bigirin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.