Kurdistaniyên Gîessenê qetlîama Şengalê şermezar kirin

Kurdistanî û endamên YXK’ê yên ku li ser banga NCKD li Berlîner Platez a bajarê Gîessen a Elmanyayê hatin ba hev, qetlîama li Şengalê şermezar kirin.

Li bajarê Gîessen a Elmanyayê Kurdistanî û endamên YXK’ê yên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) kom bûn, bi meşekê êrîş û qetlîama li ser Şengalê şermezar kirin.

Meşa ku ji Berlîner Platzê destpê kir û li Kirch Platzê bi dawî bû. Piştre jî li ser navê Hevserokê Mexlîa Gîessenê Xaco axivî. Di axaftinan de hate gotin ku li dijî qirkirina Şengalê divê yekîtî û rêxistiinkirin bê xurtkirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku li Kurdistanê berxwedanekî mezin tê kirin.

Piştî axaftinê belavoka li ser navê YXK’ê hatibû amadekirin hate xwendin û meş bi dirûşman bi dawî bû.