Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê li hev civiyan, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û êrîşên li ser Kurdistanê protesto kirin.
Mîtînga protestoyî ku ji aliyê Rojava Solî Bûndnîs û Women Defend Rojava ve hat organîzekirin, di saet 17:00’an de li Wîllî Brand Platzê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan ve pêk hat. Di çalakiyê de Women Defen Rojava, Yoûng Strûggle, ZORA, Internatîonalîstîche Jûgend û ciwanên Kurd daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Polîtîkayên qirkirina siyasî ya rejîma faşîst a AKP’ê ya li dijî Kurdistanê, civakê ji hev cuda dike û rê li ber komkujiyên Kurdan vedike. Em Kurd û dostên wan berxwedana xwe ya demokratîk li her qada bidomînin."
Di çalakiyê de hewldana artêşa Iraqê ya dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) hat protestokirin û ji Neteweyên Yekbûyî hat xwestin ku demildest berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
Çalakiya ku alên YPJ û YPG’ê hatin vekirin, bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.