Kurdistanî li dijî tecrîda Îmraliyê û dagirkeriyê li ber NY’ê li hev civiyan
Kurdistanî li dijî tecrîda Îmraliyê û dagirkeriyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan.
Kurdistanî li dijî tecrîda Îmraliyê û dagirkeriyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan.
Di çarçoveya çalakiyên rûniştinê ku li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja Duşemê ve li dehan navendên Ewropayê hatine destpêkirin, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê berdewam kir.
Di çalakiya rûniştinê de ku li bajarê Bernê hatibû destpêkirin, Kurdistanî dosyayên li ser tecrîd û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê radestî Parlamenta Federal a Swîsreyê kiribûn.
Kurdistaniyên ku çalakiya xwe li bajarê Cenevre ya Swîsreyê didomînin, piştî mitîngê dosyayên hatibûn amadekirin, radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.
Çalakî bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîseyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hat lidarxistin. Li ser navê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Musa Farisogullari, Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr û li ser navê Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî Nejdet Atalay û gelek Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Pêngava 15’ê Tebaxê destpê kir. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel, bi bîr xist ku ew ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li pêşiya NY’ê çalakiya rûniştinê li dar dixin û anî ziman ku ji roja Duşemê ve li dijî êşkenceya tecrîdê û daxwaza pêkanîna azadiya Abdullah Ocalan li dehan navendên Ewropayê çalakiyên rûniştinê li dar dixin.
Piştî Yuksel, li ser navê YJK-S’ê Gevher Alturk daxuyaniya çapemeniyê xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rêbertiya me ye ji bo ku hêzên emperyalîst li gorî berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn dîzayn bikin, radestî faşîzma dewleta Tirk hate kirin. Lê Rêbertiya me bi paradîgmaya ku bi pêşdîtina van polîtîkayan afirand, van polîtîkayan vala derxist. Ji ber vê têkçûnê û weke berdewamiya komploya ku beriya 25 salan bi ser nexistin, îro polîtîkayên tecrîdê yên li dijî mirovahî û hiqûqa navneteweyî xistine dewrê.”
‘EM Ê JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN LI HER DERÊ LI BER XWE BIDIN’
Cemal Ozdemî jî ev bang kir, “Dengê gelê Kurd bibîhizin.” Ozdemîr operasyonên ku bi alîkariya PDK’ê li Kurdistanê tê meşandin bi bîr xist û wiha bang li PDK’ê kir, “Dest ji vê xiyaneta dîrokî berde, dest ji xizmetkirina ji dewleta Tirk re berde.”
Musa Farisogullari jî diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li her qadê têbikoşin. Farisogullari êrîşên dagirkeriyê bi bîr xist û xiyaneta Malbata Barzanî şermezar kir. Farisogullari ku bang li partî, pêkhate û rêxistinên Kurdistanî kir xwest ku her kes ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd her tişta dikeve ser milên wan pêk bînin.
Piştî daxuyaniyan dosyayên ku hatibûm amadekirin, ji aliyê şandeyeke ve radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî hate kirin.