Kurdên li Ewropayê, şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn

Kurdistaniyên li Ewropayê şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn.

STOCKHOLM

Endamê Komîteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ê ku 5’ê Tîrmeha 2019’an di êrîşa hawayî ya dewleta Tirk de hatî şehîdxistin, li Stockholm a paytexta Swêdê bîranîn.

Bîranîna li Navena Civaka Demokratîk a Kurd a li Stocholmê hatî lidarxistin, hevserokê KNK’ê Ehmet Karamus û xwişka Diyar Xerîb Şîlan Xerîb û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Di bîranînê de xwişka Şehîd Diyar Xerîb Şîlan Xerîb mafê axaftinê girt. Şîlan Xerîb got, “Berdêlê azadiyê xwîn e, Diyar Xerîb jî ji bo dayîna vî bedelî jî ticarî teredût nekir. Diyar Xerîb ji bo azadiya gelê me jiyana xwe feda kir.”

OSLO

Li Osloya paytexta Norwecê şehîd hatin bîranîn.

Bîranîn li NCDK’ê hate lidarxistin û bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pêkir. Welî Şengalî yê bi navê KCDK-E yê axaftin kirî diyar kir ku ji roja dewleta Tirk a dagirker hatî avakirin heta niha di zihniyeta xwe de guhertin çênekiriye.

HILDESHEÎM

Li bajarê Hildesheîm a Elmanyayê jî şehîdên meha Tîrmehê bîranîn. Bîranîna ku saziya Malbatên Şehîdên Elmanya /Eyaleta Saksonya Xwarê organîze kirî li NCDK’ê hate kirin.

Axaftina destpêkê ji bo bîranîna şehîdan di kesayeta Şehîd Helmet, berxwedanvanên 14’ê Tîrmehê, şehîdên Kurdistanê û şehîdên şoreşa cîhanê bi deqeyek rêz hate destpêkirin.

Bîranîn pêşandana sînevziyonê berxwedana 14 Tîrmehê û Diyar Xerîb domiya.

MUNIH

Li bajarê Munîh a Elmanya yê jî Şehîd Zîlan û 33 kesên di qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bîranîn.

Di axaftinên bîranînê de diyarkirin ku pêwîst e li dijî êrîş û qetlîamên dewleta Tirkan li her cihî Kurd û gelên bindest bi hev re tevbigerin.

ULM

Li bajarê Ulm a Elmanya yê jî li Navenda Çand Tohûmê 33’ê cangoriyên li Sêwasê bi bîr anî. Rojnameger, nivîskar Ahmet Nesîn pêvajoya dîrokê û pirsên nû girte dest, sedemên polîtîk ji bo beşdarvanan par ve kir.