Kurdên li Ewropayê li dijî qetlîamên dewleta Tirk daketin qadan

Li bajarê Parîsê yê Fransayê, li bajarên Kîel û Heîlbornn ê Elmanyayê gelê Kurd daketin qadan û faşîzma dewleta Tirk protesto kirin.

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye Kurdistanî û dostên wan qetlîamên dewleta Tirk a li ser jinan protesto kirin.

Parlementera Partiya Keskan a Ewropayê (EELV) Esterre Benbassa diyar kir ku tehamula faşîzmê ji kêmneteweyan re tune. Benbassa got ku, “Tevgera Azadiyê ya Kurdan ne bi tenê Rojhilata Navîn, hemû Ewropa û Rojava ji DAÎŞ’ê paqij kir.”

Piştî çalakiyê ber bi qada Bastîlleyê ve meşek hate lidarxistin û daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Çalakî li Asmûs Bremer Platzê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk hatiye dagirkirin û bêdengiya PDK’ê divê neyê qebûlkirin.

HEÎLBORNN

Li bajarê Heîlbornnê yê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk û qetlîam hate protestokirin. Komên çepgir ên Elman û Efrîkayê li dijî faşîzmê mîtîngek hate lidarxistin.

Çalakî li Kîllînsplatzê hate lidarxistin û hate diyarkirin ku ji bo hilweşandina faşîzmê pêdivî bi hevgirtina navneteweyî heye. Di çalakiyê de êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava hate şermezarkirin.