Kurdên li Brîtanyayê Navenda Krîzê ava kirin

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, ji ber vîrûsa korona Navenda Krîzê ava kir.

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ji ber vîrûsa koronayê çalakî, xwepêşandan, pîrozbahî û panelên li tevahiya welêt betal kir û ji bo bersivê bide pêwîstiyên lezgîn ên civakê Navenda Krîzê ava kir.

Navenda Krîzê ji berdevk û xebatkarên komîsyonên tenduristiyê, çandê, rêxistinbûnê, çapemeniyê û gelek komîsyonên din pêk tê. Navenda Krîzê wê ji Navenda Civaka Kurd a li Londonê bê birêvebirin.

Meclîsa Gel ku avahiya navendê sterîlîze kir, hin biryar wergirt. Bi taybetî bang li civaka Kurdistanî û Tirkiyeyî kir.

NAVENDÊN KRÎZÊ

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hejmara mirovên li Brîtanyayê bi vîrûsê ketine 1500 derbas kiriye. Hate bibîristin ku Sîstema Tenduristiyê ya Brîtanyayê (NHS) ji bo nexweşan tenê gotiye 'Bila 7 rojan li malê xwe îzole bikin' û ji bilî vê pêşniyarê bi ti berpirsyariyê tevnagere. Di daxuyaniyê de hate gotin, Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ji bo tenduristiya gel di serî de li Londonê li gelek bajaran Navendên Krîzê ava kiriye.

Hate destnîşankirin ku Navendên Krîzê wê bi mirovên li malên xwe îzole bûne û pirsgirêkên xwarinê heye têkiliyê deyne û ji wa re bibe alîkar.

Nûmareyên telefonê û navnîşana Navenda Krîzê ya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê: "Ercan Akbal: 07424289128, Besime Bardak: 07507187771 Nejla Ari: 07780179787, Mehmet Kardu: 07734360980. Adres: 11 Portland Gardens Haringey/London N4 1HU."