Kurd tevlî çalakiyên li dijî civîna bilind a G7 bûn

Li dijî civîna bilind a G7 ku li Îtalyayê hate lidarxistin, bi hezaran kes li hev kom bûn û polîtîkayên şer şermezar kirin.

CIVÎNA BILIND A G7

Ji ber civîna bilind a G7 ku li bajarê Fasano yê Îtalyayê hate lidarxistin, endamên sendîkaya karker COBAS, kolektîfên xwendekaran û gelek rêxistinan li navenda bajêr li hev kom bûn û çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.

Bi hezaran kesî patronên şer şermezar kirin û diyar kirin ku wê nebin hevparê şerê ku ew dixwazin bimeşînin. Endamên Komîteya Kurd jî beşdarî çalakiyê bûn.

Erol Aydemîr bi navê Kurdan di çalakiyê de axivî, bal kişand ser sîstema tecrîdê ya navneteweyî ya li ser Abdullah Ocallan û anî ziman ku patronên şer ên G7 cîhanê ber bi şerekî topyekûn ê qirêj ve dibin, sîstema kapîtalîst a ku di nava kaosê de ye ji bo ji vê yekê rizgar bibe projeyên şer ên nû amade dike.

Aydemîr anî ziman ku ji ber hilberîna çekên nukleer û kîmyewî yên van patronên şer, avhewa tê guhertin, hevsengiya ekolojîk xera dibe û destnîşan kir ku dewletên alîgirê şer Erdogan jî tevlî armancên xwe yên qirêj kirine û qirkirinê li civakan ferz dikin.

Aydemîr destnîşan kir ku li dijî sîstema kapîtal a dewletên netewe ya xitimandî, çareserî Konfederalîzma Demokratîk e.

Di meşê de dirûşmên 'Azadî ji Abdullah Ocalan re', 'Azadî ji Fîlîstînê re' û 'Terorîst Erdogan' hatin qîrîn.