Kongreya Avakirina Dêrsimê: Haydar Işik heta dawiya jiyana xwe têkoşiya

Kongreya Avakirina Dêrsimê bi daxuyaniyekê Haydar Işik bibîranî û diyar kir ku heta dawiya jiyana xwe li dijî dewleta qirker a Tirk têkoşiya.

Kongreya Avakirina Dêrsimê bi daxuyaniyekê Haydar Işik bibîranî. Di daxuyaniya bîranînê de ev tişt hate gotin: “Rewşenbîr, nivîskar, aktîvîstê siyasî û Serokê Rûmetê yê Kongreya Avakirina Dêrsimê Haydar Işik ku jiyana xwe diyarî ronîkirina qirkirina Dersimê kir, di 17'ê Kanûna 2021'an de konê xwe ji nav me bar kir.

Windahiya me mezin e, êş û xema me giran e. Berî her tiştê em sersaxiyê ji malbatê re dixwazin. Êşa wan êşa me ye, êş êşa tevahiya Dêrsim û gelê Kurdistanê ye. Êş êşa tevahiya gelên li dijî zilm û qirkirin li ber xwe didin ne. Ji ber ku wî tu carê êş ji hev cuda nekir, timî cihê xwe ligel gelê mezlûm girt. Em dibêjin serê tevahiya gelê me sax be.“