KONGRA-GEL: Divê em bibin dengê berxwedêrên grevên birçîbûnê

KONGRA-Gel diyar kir ku rewşa Leyla Guven krîtîk e û banga tevlîbûna bihêz ji bo çalakiyên ku 5-19’ê Çileyê werin lidarxisitn, kirin.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL têkildarî berxwedana Leyla Guven daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Bi teqez ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO, greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a ku Leyla Guven pêşengtiya wê dike îro di roja 58’an de ye. Her roja diçe li ser jiyana Leyla Guven metirsî zêdetir dibe. Leyla Guven ji bo xwedî li Rêber Apo derkeve greva birçîbûnê da destpêkirin û ji bo piştgirîdayîn û geşkirina berxwedanê li Hewlêr, girtiyên PKK û PJAK’ê li girtîgehan, li navenda Ewropa Strasboûrgê û li Newton a Gallerê çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin.

‘DIVÊ EM DENGÊ BERXWEDANÊ GEŞTIR BIKIN’

Tevî ku rewşa Leyla Guven ketiye qonaxek kritîk de lê serî de CPT, Konseya Ewropa û saziyên navnetewî bêdengin. Ji ber vê sedemê weke gel divê em vî dengê berxwedanê geştir bikin. Heta ku berxwedan encam negre gelê Kurdistan û bi dostên xwe re divê em li ser pêyan bin. Em erk û berpisyariya me, her welatparêzêk û mirovê demokrat e. Divê neyê jibîrkirin ku bi desteka me re wê çalakî encam bigre.

 ‘TEVLÎ ÇALAKIYÊ 5-19’Ê ÇILEYÊ BÊN KIRIN BIBIN’

Li ser banga KCDK-E ya ji bo raya giştî û saziyên navneteweyî ya ketina tevgerê re, wê di navbera 5-19’ê Çileyê de li gelek cihan meş û mîtîng bên kirin. Tevlîbûna van çalakiyan ya ji bo ketina tevgerê ya Konseya Ewropa û Saziya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) girîng e.”

CIHÊN ÇALAKIYAN

Di daxuyaniyê de têkildarî cihên çalakî bên kirin ev agahî hatin dayîn:

5’ê Çileyê wê li bajarên Dusseldorf, Frankfûrt, Stûttgart Mannheîm, Gîessen, Maînz, Hambûrg, Gottîngen, Salzgîter, Hannover, Berlîn, Kîvel û Saarbrûcken ên Elmanya û paytexta Yewnanistan Atîna, li Rotterdam a Hollanda, bajarê Zurîch ê Swîsreyê meş û mîtîng bê kirin.

6’ê Çileyê jî li Îngîltere- Galler, 13’ê Çileyê li bajarê Viyana yê Evûstûryayê, 19’ê Çileyê li Danîmarkayê meş û mîtîng bê kirin.

 ‘QADAN TIJE BIKIN’

Di dawiya peyama KONGREYA GEL de ev tişt hate gotin:

“Sibe 5’ê Çileyê ye berxwedana Leyla Guven dikeve roja 59’an. Bi hîskirina xeteriya jiyana Leyla Guven divê em qadên mîtîng û meşê tije bikin. Daxwazên hevalên me yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ketine greva bêdawî û bêdorveger daxwazên gelê me ne.

Bi xurtî tevlîbûna meş û mîtîngan bûna dengê xurt ên berxwedana grevê ne.”