Konferansa Kurd: Bila deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Di Konferansa Kurd de ku li Parlamenta Ewropayê tê lidarxistin işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rola Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê hate kirin.

Di panela sêyemîn a roja duyemîn a konferansê de li ser rola diyarker a Abdullah Ocalan di çareseriyê de û tecrîda li Îmraliyê pêşkêşî hatin kirin.

Destpêkê ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk bi sernavê "Ji giravê wêdetir: Sîstema Îzolasyonoê" pêşkêşiyek kir.

RAZIYE OZTURK: LI ÎMRALIYÊ PERGALA LI DERVEYÎ HIQÛQÊ HATE AVAKIRIN

Raziye Ozturk anî ziman ku tecrîd bi rengekî bi rêk û pêk bi cih tê anîn û di pêşkêşiya xwe de qala hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk û siyasî kir.

Raziye Ozturk diyar kir ku bi komployan bersiv ji hewldanên aştiyê re hate dayin û bi taybetî êrîşa bombeyî ya sala 1996'an û komploya navneteweyî ya sala 1999'an bi bîr xist. Raziye Ozturk destnîşan kir ku şert û mercên li Îmraliyê girtîgeheke giravê ye ku ji şert û mercên Gûantanamoyê jî girantire.

Raziye Ozturk got, "Birêz Ocalan bi derfetên kêm paradîgmayek afirand ku bêhn anî ber gelên Rojhilata Navîn." Raziye Ozturk diyar kir, her ku hewldanên çareseriyê hatin kirin, tecrîd jî hate girankirin û bi bîr xist ku sê sal in bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê wergirtin.

Raziye Ozturk her wiha bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 12 sal in li ser tecrîdê biryarek wernegirtiye, CPT jî daxuyaniyê nade raya giştî û got, "Ev yek nîşan dide bê saziyên navborî bi rengekî siyasî nêzî meseleyê dibin."

Raziye Ozturk got, "Li Îmraliyê pergala li derveyî hiqûqê hate avakirin" û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê bi bîr xist.

DERSÎM DAGDEVÎREN: DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN

Pêşkêşiya bi sernavê "Li gorî tenduristiyê, şert û mercên li Girava Girtîgeha Îmraliyê" ji aliyê endama Rêveberiya EÛTCC û ji KURD-AKAD'ê Dersîm Dagdevîren kir. Dagdevîran bal kişand ser şert û mercên Girava Îmraliyê li ser tenduristiyê û got, tevî serdanên CPT jî guhertin di van mercan de nehatiye kirin.

Dersîm Dagdevîran diyar kir ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî nîne û destnîşan kir ku ji bo aştiyê rola Abdullah Ocalan navendî ye. Dersîm Dagdevîren got, "Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin, Abdullah Ocalan azad bibe."

LAÛRA QÛAGLÎÛOLO: DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE, DEMA WÊ HATIYE

Ji Îtalyayê nivîskara pirtûkên zarokan Laûra Qûaglîûolo jî anî ziman ku ji ber şert û mercên li Îmraliyê ew gelekî bi fikar in û destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî azad bibe.

Laûra Qûaglîûolo got, "Bila Abdullah Ocalan bê berdan, dema wê hatiye."

ZEYNEP DERSÎM: MUXATABÊ ÇARESERIYÊ ABDULLAH OCALAN E

Ji Tevgera Jinên Kurd Zeynep Dersîm jî diyar kir ku yekane îradeya ku îro li çareseriyê digere Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Ewropa bi polîtîkayên xwe bûye parçeyek ji qirkirina Kurdan."

Zeynep Dersîm ragihand ku muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e û got, çareseriya pirsgirêka Kurd wê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike.