Konferansa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ya li Cape Town'ê di roja 2'yemîn de ye

Konferansa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî û Aramî ji Cîhanê re" ya li Efrîkaya Başûr di roja duyemîn de ye.

Konferansa ku nîqaş li ser tevkariya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê li cîhanê tê kirin, roja Sêşemê destpê kir.

Konferansa li bajarê Cape Townê bi pêşengiya Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd û Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Apo re ya Sûriyeyê tê lidarxistin. Konferans di roja duyemîn de ye.

Beşa roja duyemîn a konferansê bi panela bi sernavê "Lêgerîna azadiyê ya jinan" destpê kir.

Di nava rojê de wê bi mijarên "Neteweya demokratîk, "Li Rojhilata Navîn û Cîhanê pêwîstiya bi şoreşê" panel pêk werin.

Dawiya rojê jî wê encamnameya konferansê bê eşkerekirin.

Di roja destpêkê ya konferansê de hate ragihandin ku li hemberî hêzên hegemonîk ên Îslamî yên li Rojhilata Navîn, rizgariya gelan û Misilmanan di 'modela neteweya demokratîk' de ye.

Tê payin ku dawiya konferansê damezrînerê Koma Çalakiyê ya Mafên Mirovan a Kurd, dostê Kurdan ê ji Efrîkaya Başûr hiqûqnas Essa Moossa bi çalakiyekê bê bîranîn.