KON-MED: Li dijî AKP-MHP’ê em li Maastrichtê li hev bicivin!

KON-MED’ê li dijî êrîşên desteserkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang li her kesê kir ku roja 21’ê Îlonê li bajarê Holldana Maastrichtê li hev bicivin.

Konfederasyona Civakên Kurdistanîyên li Elmanya (KON-MED), bang li hemû Kurdistaniyan kir ku li dijî tayînkirina qeyûm û dagirkeriya dewleta Tirk, ku li bajarê Maastricht a Hollandayê li hev kom bibin.

KON-MED’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û li dijî desteserkirin û dagirkeriya dewleta Tirk her kes vexwend kombûna gelan a 21’ê Îlonê li bajarê Hollanda Maastrichtê.

‘ERKA GEL BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ YE’

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Tifaqa AKP-MHP’ê ku di hilbijartinên xwecihî de derbeyek mezin xwar, di pêvajoya hilbijartinê de xwest tolê ji gelê Kurd bigre. Mînaka vê ya herî bingehîn jî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdinê ye. Waliyên dewletê, memûrên mêtînger weke qeyûm tayînî şaredariyan kir. Berxwedana gel ya li dijî qeyûman didome. Bi dagirkirina şaredariyan re gel bihevre daket kolanan û xwedî li destkeftiyên xwe derdikeve.

Di çavê gelê Kurd de ti rewabûnekî dewleta AKP-MHP'ê nemaye. Desteserkirin û dagirkirina îradeya gel bi zorê bûye şêweyek yê desthilatdariya AKP-MHP’ê. Gelê me van pêkanînan tu carî qebûl nake. Wê weke cardin gelê me xwedî li îradeya xwe derbiekve. Gelê Kurd wê li dijî vê desteserkirina vîna gel yekîtiya xwe ya netewî bihêztir bike û helwesta xwe nîşan bide.”

‘21’Ê ÎLONÊ EM BENDA HER KESÊ NE’

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin; “Roja 21’ê Îlona 2019’an li navnîşana Grusseltpark, Stadionsweg 6225 XR Maastricht, Hollanda bi şîara “Ji bo Azadiya Ocalan, Statuya Rojava û Li Dijî Rejîma Qeyûm Berxwedanê Geştir Bike’ bi hevpariya gelek sazî û piştevaniya platforman Festîvala Çanda Kurd tê organîzekirin. Em hemû jin, ciwan, zarok; Gelê Kurd, Tirk, Ereb, Faris, Asûrî-Suryan, Keldanî, ermenî, Çeçen, Çerkez,Tirkmen, Fars, Elewî, Xiristiyan, Êzidî, Misilman, Kakeî, Feylî, Yaresan, Zerdeştî, Şabak, Hewramî û Holldanî, Elmanî, Îngîlîz, Fransî, Belçîkayî û hemû aligirên demokrasî û aştiyê yên li Ewropayê vedixwînin kombûna mezin a gelan a 21’ê Îlonê li bajarê Maastrîcht yê Hollandayê”