Komploya navneteweyî li Fransayê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin li bajarên Fransayê hate şermezarkirin.

RENNES

Kurdên li bajarê Rennesê û derdora wê dijîn saet di 16.00’na de li qada Place du Colombîerê kom bûn.

Çalakiya protestoyê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre girseyê dest bi meşê kir. Di meşê de belavokên bi Fransaî hatin belavkirin û li qada Rebûplîqûeyê jî mîtîngek hate kirin.

Di mîtîngê de axaftinan diyar kirin ku gelê Kurd roj bi roj nêzî azadiya xwe dibe û hate gotin “Dewleta Tirk a faşîst ligel bi çekên teknolojîk û alîkariya hin hevkaran li hemberî gerîlayan şer da destpêkirin lê di vî şerî de bi ser neketiye. Lê divê were zanîn heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe û zindan neyên valakirin, em ê li her qadê li ber xwe bidin.”

Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê kujer’ û ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Azadî ji Kurdistanê re’ bi dawî bû.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê jî gelê Kurd û dostên wan li hev kom bûn dû diyar kirin ku welatên bûne hevkarên komployê avakarên pergala êşkenceya li Îmraliyê ne.

Gelê Kurd ê ku li pêşiya Gara Strasboûrgê li hev kom bûbûn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ komplo şermezar kirin û diyar kirin wê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.