Komploya Navneteweyî li Brukselê hat protestokirin
Li paytexta Bruksel Belçîkayê bi meşekî girseyî Komploya Navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.
Li paytexta Bruksel Belçîkayê bi meşekî girseyî Komploya Navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.
Li paytexta Bruksel Belçîkayê, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwanên Tekoşer (TEKOJIN) di sala xwe ya 25’an de hate protestokirin.
Girse li navenda Brûkselê li hev civiya û ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin. Pişt re jî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Zapê" li ber dadgeha hiqûqê a Brûkselê meş hat lidarxistin.
Ciwanan gotin, "Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye" û destnîşan kirin ku ew ê vê têkoşîna ku bi biryardarî didomînin, bigihînin serkeftinê.
Meş piştî daxuyaniya li ber dadgehê bi dirûşmeyan bi dawî bû.