Komploya 15’ê Sibatê li Stockholmê hat protestokirin
Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, li paytext Stockholmê hatin ba hev û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, li paytext Stockholmê hatin ba hev û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, li paytext Stockholmê hatin ba hev û 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî bi meşekî girseyî protesto kirin. Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NÇDK) û Meclîsa Jinan a Amara ya Stockholmê ve hat organîzekirin. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzên “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatin hildan.
Di meşê de belavokên bi sernavê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatin belavkirin.
Di meşê de hat diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin hemû qanûnên mirovahiyê binpê dike û hikûmeta Swêdê, CPT û saziyên din ên navneteweyî vexwendin berpirsyariyê.
Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan na be” bi dawî bû.