Komîteya amadekar a çalakiyên komkujiya Parîsê li hev kom bûn

TJK-F û CDK-F ji bo amadekariyên dawî yên plansaziya bîranîn û mîtîngên meha Çileyê li hev kom bûn.

Di 9’ê Çileya sala 2013’an, li paytexta Fransa Parîsê li kolana La Fayettê sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Ji roja komkujî pêk hat, heya niha 8 sal derbas bûn. Li gel daxwaz û hewldanên Kurdistaniyan jî failên esasî yên vê komkujiyê tevî ku hemû îşaret hikûmeta Tirk û rayedarên wê nîşan didin jî hê nehatine darizandin. Lêgerîna Kurdistaniyan a ji bo edaletê dewam dike.

Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Fransa (CDK-F) ji bo amadekariyên dawî yên plansaziya bîranîn û mîtîngên meha Çileyê li hev kom bûn.

Di 8’ê Çileyê de wê li Parîsê meşa mezin were li dar xistin. Li gel vê jî wê di 5’ê Çileyê roja çarşemê di saet 12.00’an de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Fransayê û heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meş were li darxistin. Di 9’ê Çileyê de jî li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê mîtîng were li darxistin.

Di meşa Parîsê ya îsal de, ji ber şewê wê Kurdistanî û dostên xwe yên li herêma De France dijî tevlî bibin.

Ji ber vê yekê wê saziyên Kurdan di nava xwe de komîteya çalakiyan ava bike û wê gel ji bo bîranîn û mîtîngên werin lidaristin de agahdar bikin.

‘HETA EDALET DI TARÎTIYÊ DE BIMÎNE FRANSA SÛCDAR E‘

Çalakiyên bi şiyara “Heta edalet di tarîtiyê de bimîne Fransa sûcdar e“ wê gelek jinên Fransî û partiyên siyasî tevlî bibin. Dîsan xebatên wêne, pankart û belavokan jî berdewam dike.

Komîteya amadekar ji bo meşa 8’ê Çileyê bang li gel kir û got: “Edalet û heqîqet, wê vîna gel û xwedîderketina şehîdên xwe derxe holê.“