KOMAW'ê li Darmstadtê bi malbatên şehîdan re civîn pêk anî

KOMAW'ê li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê bi malbatên şehîdan re civînek li dar xist.

Komîteya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li bajarê Darmstadtê bi malbatên şehîdan re civînek li dar xist.

Ji bajarên Mannheim, Frankfurt, Giessen û Darmstadtê zêdeyî 50 malbatên şehîdan tevlî civînê bûn.

Piştî deqeyeke rezgirtinê civînê dest pê kir û rewşa dawî ya siyasî hate nirxandin.

Di civînê de êrişên PDK'ê yên li gel dewleta Tirk ên li dijî qadên gerîla hatin nirxandin û hate gotin, "Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re xiyaneteke mezin e."

Bi navê malbatên şehîdan bang li PDK'ê hate kirin ku ji vê rêyê vegere.

Civîn bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.