KOMAW’ê êrîşa li ser KNK’ê û Silêmaniyê şermezar kir

KOMAW’ê qetilkirina Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbul û êrîşa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: “Bi ruhê yekîtiya netweyî li dijî xiyanet û êrîşan rawestin.”

Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) qetilkirina Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbul û êrîşa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: “Xiyanetê û dewleta Tirk a dagirker dîsa êrîşî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd kirin.”

Daxuyaniya KOMAW’ê wiha ye: “Di 18.9.2023’an de dewleta faşîst û qirker, bi hevkariya malbata Barzaniyan li Başûr êrîşî siyasetmedar û têkoşerên gelê Kurdistanê kirin. Hevkarên qirêj, xwînkar û kedxwar bi hemwext êrîşî Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê û balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê kirin. Di encama van êrîşan de li Hewlêrê endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbul û sê pêşmergeyên YNK’ê şehîd bûn û sê pêşmerge jî birîndar bûn.

Eşkereye ku ne bi hevkariya malbata Barzaniyan be, dewleta Tirk a dagirker nikare bi vî rengî êrîş bike. Xiyanet gihiştiye asta herî jor. Li gorî agahiyan hêzên çekdar ên PDK’ê xwe ji bo êrîşek mezin amade dikin. Em weke KOMAW’ê hevkariya qirêj û êrîşên hovane bi tundî şermezar dikin.

Em ban li gelê xwe û tevgerên Kurdistanê dikin ku li dijî xiyanet û êrîşan helwestek xurt nişan bidin. Bi ruhê yekîtiya neteweyî em li dijî xiyanet û êrîşan rawestin.

Em bi heviya rewestandina êrîşên hovane, sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re dixwazin.”