KOMAW’ê Îrfan Guler û Saît Uçlu bibîr anîn
KOMAW’ê Îrfan Guler (Adil Riha) û Saît Uçlu (Ferat Pîr) ên li Rojava endama nexweşiyekê şehîd bûbûn, bibîr anîn.
KOMAW’ê Îrfan Guler (Adil Riha) û Saît Uçlu (Ferat Pîr) ên li Rojava endama nexweşiyekê şehîd bûbûn, bibîr anîn.
Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMOW) ji bo Saît Uçlu û Îrfan Guler got: “Tevlîbûna karwanên şehîdên Kurdistanê a van her du hevrêyên, ji bo gel û hemû şoreşgerêan êşeke mezin bû. Wê ji bo me tevan weke bîrdariyeke rûmetê ya mezin hêzê bide me, wê tevahî jiyana me weke nemir bimînin.”
KOMAW’ê rêz û minetdariya xwe ya li hemberî keda van herdu hevrêyan a ji bo rizgariya gelê Kurdistanê kirin, nîşan da.
KOMAW’ê di serî de ji malbat û hemû hevrêyan re, dîsa sersaxî da hemû gelê Kurd. KOMAW’ê anî ziman ku ew ê li ser şopa wan bimeşin û got: “Em ê teqez têkoşîna wan bigihînin serketinê.”