BI DÎMEN

KNK: Em ê li Kurdistanê rê nedin dagirkeriyê

Di Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya 22’emîn de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Metînayê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin, “Em ê nehêlin ku xaka Kurdistanê bikeve bin hegemonyaya dagirkeran.

Di roja duyemîn a Civata Giştî de ji ber êrîşên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser herêma Metînayê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad ve hate xwendin. Zeynep Murad got: “Em li vir hemû êrîş û operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi xurtî şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava 2 rojan de li Civata Giştî ya KNK’ê de gefên li ser xaka Kurdistanê bi berfirehî hatiye nîqaşkirin û wiha hate gotin: "Bimre dagirkerî" û "Bijî Berxwedana Kurdistanê".

Di daxuyaniyê de li ser navê hemû partî û aliyan, ji bo hemû partî û aliyên Kurdistanê bi taybet Başûrê Kurdistanê wiha bangawazî hate kirin:

“Êrîşên dagirkeriyê û operasiyonên leşkerî bi armanca tunekirina gelê me destpêkiriye. Dijminên me careke din biryar girtine ku gel û xaka me bixin nava şereke mezin. Xuya ye ku ji duh ve operasiyoneke berfireh hatiye destpêkirin. Li vir em bi navê kesên amade, careke din van operasyon û êrîşan şermezar dikin. Em bi dengê Kurd û Kurdistaniyan ji dagirkeriyê re dibêjin na. Em êdî nahêlin ku xaka Kurdistanê careke din bikeve bin hegemonyaya dagirkeran.

Dewlet Tirk bi van êrîş û operasyonan dixwaze Kurdek li ku derê hebe tune bike. Dixwaze statiya Başûrê Kurdistanê û destketiyên ku gelê me bidest xistiye tune bike. Ev şer, şerekî berfireh û topyekûn e. Ji ber vê jî pêwîstî bi helwesteke berfireh, topyekûn û helwesteke serferberiyê heye. Ji her aliyê ve gelê me û bi taybetî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, hemû partî û aliyên siyasî, divê kes nebe beşek ji vî şerî, kes nebe beşek ji vê komploya gemar ya li ser xaka Kurdistanê pêk tînin. Em wê berxwedanê hêja û bi nirx dibînin. Ji ber vê jî em bi hemû dengê xwe ve li rex berxwedana gelê xwe û şervanên azadiyê ne ku li dijî dagirkeriyê radibin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bimre dagirkerî", "Nemîne dagirkerî", "Nemîne hişmendiya tunekirinê", "Bijî Kurdistan" û "Bijî berxwedana Kurdistanê" bi dawî bû.