KNK: Cejna berxwedan û azadiyê Newroz pîroz be

"Di vê qonaxa girîng a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de, agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yêkîtiya gel û neteweyê Kurdistanê."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê Newroz pîroz kir.

Di destpêka peyamê de hate gotin, "Di dîroka Kurdistanê de, her dem Newroz xwedî cihekî diyar e. Newroz roja berxwedanê ye, Newroz serhildan e, Newroz roja serketina li hember zulmê ye, Newroz cejna azadiyê ye. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê derketiye holê. Li dijî zulmê, koletiyê, dagirkeriyê û her reng bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê."

Peyama KNK'ê wiha dewam kir:
 
"Îro gelê Kurd, bi ked û berxedana xwe ya salan û bi bedelên mezin, Newroz kiriye şahiyeke mezin a gelêrî û roja berxwedanê. Her wiha bi vê keda xwe di qada navneteweyî de jî, Newroz weke cejna Kurdan daye naskirin. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat her wekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî de, li gundan, li bajaran, li zindanan, li her cih û warê jiyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.

Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîrozkirin. Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî li gel hemî astengiyên dagirkeran, dîsa jî bi wateya xwe tê pîroz kirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.

Bi Newrozê ve em dest bi saleke nû dikin. Sala derbasbûyî di hemî waran de bû saleke têkoşînê. Li rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê, ev e şeş meh in di pêşengiya jinan de bi dûrişma 'Jin, Jiyan, Azadî' serhildanek mezin pêk tê û berdewame. Li bakur û rojavayê Kurdistanê karesateke mezin a erdhejê pêk hat û deh hezaran mirovan canê ji dest dan û bi milyonan mirov mexdûr bûn. Li gel vê rewşê jî, dijminê me êrîşên xwe bê navber dewam dike. 

Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe saleke ji têkoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek aliyan ve êrîş dikin. Bi taybetî dewleta Tirk, ji bo têkbirina destketên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrîşeke mezin de ye. Dewleta Îranê jî bi hemî awayî gel û çalakvanên me hedef digre. Her çend statûyek fermî li başûrê Kurdistanê hebe jî, lê pirsgirêk berdewamin û rewşa deverên dabirayî nebaşe. Dijminên me ji bo lewazkirin û têkbirina vê statuyê, li ser karin û di nava dek û dolaban de ne. Li rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk berdewamin. Rejîma Surî jî li derfetan digere. Dixwazin destketiyên gelê me yên li Rojava têk bibin.

Her weha îsal sed saliya Peymana Lozanê ye. Dijminên me dixwazin statûya Peymana Lozanê, sed saltir jî li ser me ferz bikin. Em jî dixwazin kirasê bi Peymana Lozanê li me hatî kirin parçe bikin. Divê li hember planên dijminan em yekîtiya xwe xurttir bikin û îsal bikin sala hevgirtin û yekîtiyê.

Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemî dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêza parastinê bê xurtkirin, divê êrîşên dijminan bêne şkanandin, divê destketiyên heyî bêne parastin û destketiyên nû bêne bi destxistin. Ji bo van hemiyan divê di sêrî de yekrêziya nav mala Kurdî bê avakirin û yekîtiya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadiyê. 

Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin; weke salan dakevin qadan û Newrozê bi ruhê berxwedanê pêşwazî û pîroz bikin.

Di vê qonaxa girîng  pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê da, agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yêkîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike."