KNK: Êrîşên Tirkiyeyê berdewamiya êrîşên DAIŞ’ê ne

KNK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir û got: “Êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê berdewamiya êrîşên DAIŞ’ê ne û bi armaca qirkirinê tên kirin.“

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşa li ser Şengalê şermezar kir û got: “Piştî têkçûna DAIŞ‘ê û ji vir ve hêzên dewleta Tirk bi salan e bi dehan caran êrîşê Şengalê dikin, bawermendên Êzidî û zarokên Şengalê ji xwe re dikin amanc. Êrîşên dewleta Tirk berdewamiya êrîşên DAIŞ‘ê ne û bi amanca qirkirinê tên kirin.“

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk bi balefira bêmirov îro êrîşî li navçeya Sinûnê ya Şengalê kir. Di êrîşê de, avahîya Meclîs Gel a Sinûnê û dikanek a kirtasiye amanc girtin. Di encama êrîşê de xwediyê kirtasiyeyê Xidir Şivan Naso û nevîyê wî Salih Xidir Naso ku zarokek 10 salî hatin qetilkirin û rojnamevan Salih Berces jî di nav de 6 kes jî birîndar bûn. Bi vê minasebetê em di sêrî de dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin, ji malbata Naso û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin. Kesên jiyana xwe ji dest dan û kesên birîndar hemû jî sivîl in û xelkê Sinûnê ne. Navçeya Sinûnê girêdayî Şengalê ye û xelkê wê Êzidî ne. Ev herêm sala 2014’an ji aliyê DAIŞ‘ê ve hate dagirkirin û li vê deverê jî wek deverên din qetilam û sucên li dijê mirovahiyê pêk hatin. Piştî têkçûna DAIŞ‘ê û ji vir ve hêzên dewleta Tirk bi salan e bi dehan caran êrîşê Şengalê dikin, bawermendên Êzidî û zarokên Şengalê ji xwe re dikin amanc. Êrîşên dewleta Tirk berdewamiya êrîşên DAIŞ‘ê ne û bi amanca qirkirinê tên kirin.

Niha şerê Ûkrayna – Rûsya di rojevê de ye. Her wiha mijara firehkirina NATO’yê jî di rojevê de ye.

Tirkiye di vê demê de dixwaze van mijaran ji xwe re bi kar bîne û li dijî gelê Kurd êrîşên xwe zêdetir bike. Dewleta Tirk ji du mehan zêdetir e bi hemû hêza xwe bi çekên kîmyewî, êrîşê Hêzên Azadiya Kurdistanê dike. Gefan li Rojava jî dixwe û dem bi dem jî êrîşan dike. Niha jî êrîşê Şengalê dike û zarokan dikuje. Bi teybetî di mijara firehkirina NATO‘yê de, di sêrî de rayedarên NATO û nûnerên gelek welatan dibêjin ‘Em metirsiyên Tirkiyeyê yên ewlekariyê fêhm dikin‘. Ev rewş jî cesaret û firsetê dide Erdogan û hikûmeta wî ku êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd zêdetir bikin.

Ew kesên dibêjin ‘Em metirsiyên Tirkiyeyê yên ewlekariyê fêhm dikin‘ gelo ew metirsiyên zarokên Şengalê jî fêhm dikin an fêhm nakin? Gelo ew kes qetilkirina Xidir Şivan Naso û nevîyê wî Salih Xidir Naso yê 10 salî, dibînin an nabînin? Ew kes li ser vê qetlîamê çi dikin çi dibêjin? Em dixwazin di vî warî de jî, dengê wan bibihîzin.

Pêwistiya gelê Şengalê bi alikariya mirovî heye. Divê Şengal, bi teybetî zarokên Şengalê û bawermendên Êzidî bên parastin. Li ser vê, em bang li Cîhana humanîter û demokrat, hemû kesên xwedî wijdan dikin ku li hember êrîşên dewleta Tirk rabin, gelê Şengalê û zarokên Şengalê biparêzin û bi gelê Kurdistanê re bin.

Em bi gelê Şengalê re ne, em ê gelê xwe biparêzin û em ê heta dawiyê bidin ser şopa vê dozê. Bi vê mebestê em careke din dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin, ji malbata Naso û ji gelê Kurdistanê re sersaxîyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.“