Kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Parîs û Ulmê hatin bibîranîn

33 ciwanên ku li Pirsûsê di êrîşa DAÎŞ’ê de hatin qetilkirin, li Parîs û Ulmê hatin bibîranîn.

33 ciwanên sosyalîst ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrîşa DAÎŞ’ê ya xwekujiyê de hatin qetilkirin, li paytexta Fransa Parîsê û bajarê Ulm ê Elmanyayê meş û bîranîn hat lidarxistin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê şoreşgerên Tirkiye û Kurdistan bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) 33 ciwanên sosyalîst ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin qetilkirin, bibîranîn. Girseya ku li pêşiya Gare De Lest li hev civiyan, heta qada Republîque meşiyan. Di dema meşê de gelek caran dirûşmeyên “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet”, “Ciwan wê hesaba Pirsûsê bipirsin”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Şehîd Namirin” berz kirin.

Li qada Republîque ji bo şehîdên têkoşîna şoreşê û bi taybet ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin deqeyek rêz hat girtin û daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev rêya ku bi kampanyaya 'Me bi hev re Kobanê parast, em ê bi hev re ava bikin’ a ciwanên sosyalîst destpê kir, rastî êrîşa xwekujiyê ya dewleta Tirk a faşîst û DAÎŞ’ê hat. Lê ev rê neqediya. Rêyeke pir xweş û dirêj heye ku kesên ku wê rojê li wir bûn, bi taybet 33 rêwiyên xeyalan ji me re hiştine. Ji bo ku em jî li se wê rêyê biçin, xeyalên wan ji Ewropayê, ji Parîsê bidomînin têbikoşin.”

Daxuyanî bi axaftinên saziyên şoreşgerî bi dawî bû.

ULM

Ji bo 33 ciwanên sosyalîst ku li Pirsûsê di encama êrîşa DAÎŞ’ê de hatin qetilkirin, li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropa (ADGB) mitîng hat lidarxistin. Çalakî li pêşiya abîdeya Ulm Eisstein hat lidarxistin. Di axaftinên çalakiyê yên li ser navê ADGB, AVEG-KON, FED-GEL de wiha hate gotin: “Komkujî tê şermezarkirin, lê berpirsyar nayên darizandin. Di vê wateyê de daxwaza xwe ya ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet li her derê diqîrin.” Her wiha peyama berdewamkirina têkoşînê hat dayîn.

Di axaftina li ser navê AVEG-KON’ê de hate destnîşankirin ku wê hesab ji berpirsyaran bixwazin.

Li cihê çalakiyê pankarta bi nivîsa “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet” hat vekirin. Mitînga ku Şoreşa Rojava lê hat silavkirin, bi dirûşme û sirûdê bi dawî bû.