KCDK-E’yê ji bo ‘Şahiya Çanda Kurdan’ daxuyanî da

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo Şahiya Çanda Kurdan a ku wê îsal li Hollandayê pêk were, banga tevgerîna li gorî hin qaîdeyan kir.

Kurdên li Ewropayê dijîn wê îsal dîsa di meha Îlonê de ji bo Şahiya Çanda Kurdan werin ba hev.

Şahiya Çanda Kurdan a îsal di 25’ê Îlonê de li bajarê Landgraaf a Hollandayê were lidarxistin.

KCDK-E’yê diyar kir ku hemû amadekarî hatine kirin û got “Bi bernameya xwe ya dewlemend û a çand û hunerê, bi axaftina kesayetên navdar û bi çalakiyên cihê wê şahî bi şîara azadiya Rêber Apo dest pê bike û heman şîarê bi dawî bibe.

Ev şahî diyarî şehîd Sînan Dêrsim hatiye kirin. Gelê Kurd û dostên me divê bi dîsîplîn û coşeke diyar, bi moralê daxwaza azadiya Rêber Apo divê tevlê bibin û bi stranên azadiyê li qadê amade bin.

Di şahiyê de wê girîng be ku mirov li gorî hin qaîdeyan tevbigere;

-Kesên aşî bûne, divê bi belgeya xwe aşîbûnê werin, yên aşî nebûne jî divê bi encama testa ji bo 24 saetan were. Kesên di vî warî de wê astengiyan bijîn, li kêleka qadê wê test were kirin û piştî testê divê têkevin qada şahiyê.

-Divê bi amûrên jêkirinê kes nekeve qadê, li gorî hişyariyên ewlekariyê tevbigerin.

-Di warê trafîk, têketina qadê, ketin, derketin, sekinandina li deriyan û pêvajoya kontrolê de divê li gorî hişyariyên hevalên peywirdar tevbigerin.

-Ji bo ku şahî xweş û bi ewlehî pêk were û bigihêje armanca xwe divê her kes bi berpirsyariya ku ew jî peywirdar in, tevbigerin.”