KCDK-E'yê banga lezgîn kir: Bila gelê me xwedî li dengê xwe derkeve

KCDK-E'yê têkildarî serdegirtina polîsan a li televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV banga lezgîn kir. KCDK-E'yê got, "Gelê me ji bo xwedîderketina li deng û îradeya xwe divê tavilê bikeve nava liv û tevgerê."

SERDEGIRTINA LI TELEVÎZYONAN

Di daxuyaniya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de hate gotin, "Li dijî hewldana bêdengkirina çapemeniya azad, em banga xwedîderketina li televîzyonên xwe li gelê xwe dikin.

Stêrk TV û Medya Haber TV deng û çavên gelê Kurd e. Polîsan nîvê şevê avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV ên li Belçîkayê û dorpêç kirin.

Dewleta Belçîkayê ku li navenda Ewropayê qala demokrasî û mafên mirovan dike, avêt ser televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV ku dengê gelê Kurd in. Em vê serdegirtin û dorpêçkirinê şermezar dikin.

Em bang li dewleta Belçîkayê dikin ku tavilê dest ji vê helwesta xwe ya antî demokratîk bîne ku dixwaze Stêrk TV û Medya Haber TV bitirsîne ku ji aliyê gelê Kurd û bi milyonan mirovî ve têne temaşekirin.

Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li deng û îradeya xwe derkeve, tavilê bikeve nava liv û tevgerê û ji bo xwedîderketina li televîzyonên xwe seferber bibe. Em bang li xelkê xwe yê li Ewropayê dikin ku ji bo xwedîderketina li Stêrk TV û Medya Haber TV tavilê bikeve nava liv û tevgerê."