KCDK-E: Li hemberî êrişên dagirker em rabin ser pêyan
KCDK-E: Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bila seferber bibin û li hemberî êrişên qirker rabin ser pêyan.
KCDK-E: Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bila seferber bibin û li hemberî êrişên qirker rabin ser pêyan.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Şengalê li ser Rêya Sûka Kevn li wesayîtekê da. Li ser vê rêyê gelê sivîl heye û di vê êrişê de 2 kesên sivîl şehîd bûne û birîndar hene.
Dewleta Tirk a dagirker cih û warên sivîlan bomberdûman dike û ev jî armanca wê ya qirker careke din radixe ber çavan.
Rêveberiya Xweser a Şengalê gelek caran bal kişandiye ser xetereyê, bang li hêzên navneteweyî û cîhanê kiriye ku bila tevdîran bistîne.
Xetereya li ser Êzidiyan di asta qirkirinê de ye û divê statuya Şengalê were naskirin.
Bêdengiya dewletên Ewropayê û ya hêzên navneteweyî culhet dide artêşa Tirk a dagirker. Divê hemû tevdîrên ji bo sekinandina dewleta Tirk a dagirker têkevin meriyetê. Bêdengî tê wateya şirîkatiya vê qirkirinê.
Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku pişgiriyê bidin gelê Şengalê, li hemberî dewleta Tirk a dagirker helwesta xwe zelal bikin û êrişan bidin sekinandin.”