KCDK-E: Ji bo tenduristî û ewlehiya Rêber Apo em seferber bibin

KCDK-E'yê piştî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ku fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di asta bilind de ne û got, "Em bang li we dikin ku bi awayekî aktîf tevlî çalakiyên 3'ê Kanûnê bibin.”

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 20 meh in agahî jê nayê girtin û di serdana CPT’yê ya Îmraliyê ya Îlona 2022’an de, hevdîtin bi CPT’ê re nekiriye, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCDK-E xwest divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lezgînî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ji bo vê jî saziyên navneteweyî, CPT û Konseya Ewropayê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Buroya Hiqûqê ya Asrinê di daxuyaniya xwe ya di 29'ê Mijdarê gotibû, Me bihîstiye ku  Abdullah Ocalan di Îlona 2022'an de dema CPT'yê çû Girava Îmraliyê, tevlî hevdîtina bi CPT’ê re nebû.ye’Ji ber vê fikarên me yên li ser tendirustî û ewlehiya Rêber Apo di asta herî bilind de ye.

Rewşa Rêber Apo, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên ku 20 meh in di bin tecrîd û îzolasyona mutleq de ne, ne diyar e.

Hemû serlêdanên parêzerên wî yên li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û yekeyên wan ên li dijî êşkenceyê bê bersiv tê hiştin.

CPT’ê di serdana xwe ya 20-29’ê Îlona 2022’an ya li Tirkiyeyê de ne derbarê Girtîgeha Îmraliyê raporek weşand û ne jî li ser rewşa Rêber Apo agahî da. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 13’ê Cotmeha 2022’an de bi CPT’yê re rûnişt lê dîsa jî CPT’ê derbarê rewşa Rêber Apo de agahî neda. Di daxuyaniya parêzeran de hate diyarkirin ku di Îlona 2022'an de di dema hevdîtina CPT'yê ya li Girava Îmraliyê de Rêber Abdullah Ocalan tevlî hevdîtinê nebûye, vi tiştî fikarên me zêdetir kiriye.

Agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer girtine ev e ku haya CPT’ê jî ji tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tune.

Gelê Kurd û dostên wan ji tenduristî û ewlekariya Rêber Apo bi fikar in. Em dizanin ku dewleta Tirk a ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan dixwaze encam bigire, tecrîdeke kûr û giran li ser Rêber Apo dike. CPT, bi nekirina erka xwe, li gorî hiqûqa navneteweyî tevnagere û bi vê helwesta xwe ya alîgir, zemîna qetlîama dewleta Tirk a li ser Kurdan çêdike.

Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re rû bi rû hevdîtinekê bike wê fikarên me yên derbarê tendirustî û ewlekariya Rêber Apo biqede.

Daxwazên me jî ev in;

Divê demildest Rêberê Gelê Kurd karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Divê saziyên navneteweyî bi taybetî CPT û Konseya Ewropayê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê û hevdîtin bên kirin.

Em bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd dikin heta ku ev daxwaz bên qebûlkirin; bi çalakiyên ji bo tendirustî û ewlehiya gelê Kurd xwedî li Rêbertî derkevin. Ji bo vê jî em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên 3’ê Kanûnê yên li hemû welatên Ewropa, Kanada û Awûstralyayê bibin.”