KCDK-E: Em bi alikariya gelê me yê Rojhilata ve bibezin

KCDK-E'yê bal kişande ser kampanyaya alîkariyê ya ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê û got, ''Ji ber sedema bobelata lehiyê ku li tevahiya Rojhilat hatiye jiyîn, em alîkariyê bi gelê xwe yê welatparêz re bikin''.

KCDK-E'yê bi bîr xist ku heta niha nêzî 200 mirovî jiyana xwe ji dest daye û got, ''Li deverên ku lê lehî rabûye ji ber sedema ku bendav bi ser ve çûne bobelatên nû dibe ku çêbibin. Ji ber vê jî ev bobelata sirûştî dibe ku rê li ber hilweşînên din û mirinan veke. Ji ber sedema ku li gelek jîgehan rê xira bûne pir zehmet bûye, xwe gihandina hev zehmet bûye.

Rejîma Îranê ne ku tenê zextê li ser gelan dike, herêma Rojhilat tenê dihêle û dixwaze ceza bike. Jixwe bi polîtîkayên cihêkar û kolonyalîst zemîna vê bobelatê çêkiriye. Van polîtîkayan, ev nêzîkatiya sersarî ya rejîma Îranê, gelên herêmê bi bobelatên hawîrdorê re rûbirû hiştiye. Li gel ku ev çend roj di ser re derbas bûne jî, rejîma Îranê alîkarî nedaye kesên ku ziyan dîtine û weke ku ev qederak be xwe ji berpirsyariyê dûr digire.

Em KCDK-E ji bo ku em êşa gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo êşa hemû herêma bobelatê ya ji ber mirinê û maddî sivik bikin, divê em tevbigerin.

Ji bo vê jî ji bo ku em alîkariyê bi gelê xwe yê Rojhilata re bikin, divê hemû meclîsên me, pêkhateyên me sefer bibin û tevlî nav kampanyaya Heyva Sor a ji bo gelê Rojhilat bibin.

Em KCDK-E divê em êşa can û mal a  ji ber bobeleta li eyaletên bakur ên Îranê par ve bikin, alîkariya hewce ji Ewropa û hemû deverên cîhanê bikin. Di vê mijarê de divê em saziyên bêdeng ên navnetewî tevbigerînin  û ji bo vê jî divê em çalak bin.''