KCDK-E: Bi ruhê berxwedanê tevlî meşa Dusseldorfê bibin

Hevserokatiya KCDK-E ji bo parastina Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, banga meşa di 25’ê Hezîranê de ya li Dusseldorfê kir.

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo meşa 25’ê Hezîranê a di pêşengtiya Însîyatîfa ‘Defend Kurdistan’ ê de were kirin banga tevlîbûnê kir.

Daxuyaniya KCDK-E’ê wiha ye:

“Gel û dostên wan ên ji çar aliyên Kurdistanê yên li Ewropa  wê  25’ê Hezîranê bi ruhê berxwedanê tevlî meşa dîrokî a bi dirûşmeya ‘Kurdistanê Biparêze’ bibin. Bi hezaran ciwan, jin, pîr, rewşenbîr, hunermend bi yek dirûşmeyê li dijî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a faşîst û qetlîamên li Kurdistanê pêk tîne, tevlî meşa li Dusseldorfê bibin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên arteşa Tirk a dagirker ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê û êrîşên bi balafirên bê mirov a bi çek li ser qadên sivîl û bi taybet zarok û jinan pêk tîne di meşê de were eşkerekirin û wiha got: “Dîktator Erdogan îro Kurdistan û Rojhilata Navîn veguherandiye gola xwînê, li dijî Kurdan sûce şer dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî gerîlayên Azadiya Kurdistanê gelek êrîş pêk anî û ji ber ku li şer bin dikeve bi bikaranîna kîmyewî û gazên jehrî dixwaze encamê bigre. Li dijî polîtîkayên qetlîamê ên dîktator Erdogan ê ku li pêşberî cîhanê bi awayek eşkere sûcen şer dike, em ê bi dirûşmeya ‘Kurdistanê biparêze’ li meşa Dusseldorfê dengê xwe bilind bikin.

Weke KCDK-E em bang li hemû Kurdan, rewşenbîr, demokrat, parêzvanên mirovahiyê, gelên Ewropa, sosyalîst, şoreşger û hemû mirovahiyê dikin ku tevlî meşa dîrokî ya di 25’ê Hezîranê bibin.”