KCDK-E: Şoreşa Rojava xala werçerxê ya sedsala 21’an e

KCDK-E’yê bi wesîleya salvegera 12’emîn Şoreşa Rojava silav kir û ev bang kir: “Em li dijî dewleta Tirk a qirker û xiyanetê têkoşîneke bi biryar bidomînin û xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin.”

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Serhildana destanî ya Berxwedana Kobanê, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava hate tacîdarkirin. Şoreşa Rojava li dijî paşverûtiya serdema navîn, xala werçerxê ya sedsala 21’an e ku serhildana jinê di vê sedsalê de bi ser ketiye.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şoreş bi hêsanî nehate bidestxistin û wiha hate gotin: “Şoreşa Rojava ji kokê ve bandor li hevsengiyên Rojhilata Navîn kir û di nava gelan de tovên yekîtiya demokratîk û xwişk-biratiyê çand. Ev şoreşeke demokratîk-civakî ya bi pêşengiya jinê ye. Vê şoreşê Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen, Ermenî û hemû gelên Rojhilata Navîn li dora netewa demokratîk û li dijî paşverûtiyê kiriye yek, di têkoşînê de kiriye hevpar.

Ev şoreş bi hêsanî nehate bidestxistin. Di oxira wê de bi hezaran jin, mêr û extiyarên leheng şehîd bûn. Bi serhildana destanî ya ku nûneriya berxwedana Kobanê û îradeya mirovahiyê dike, berdêlên mezin hatin dayîn û hate biserxistin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker û hemû hêzên paşverû, li ser piyan sekinî û veguherî şoreşa azad a serdema me.

Şoreşa Rojava şoreşa mirovahiyê ye ku ji her aliyê cîhanê enternasyonalîst û şoreşgerên Tirk hatin, bedena xwe kirin sîper, beşdar bûn, berdêl dan, şehîd bûn û birîndar bûn. Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya mezin bi îradeya jinê, çeteyên DAÎŞ’ê yên hov têk bir. Vê şoreşa netewa demokratîk xwesteka gelek desthilatdarên paşverû yên mîna dîktator Erdogan, di qirika wan de hişt.

Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye ku li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn bi felsefeya Rêber Apo zindî bû. Di sala 12’an a vê şoreşê de, hemû hêzên paşverû dixwazin vê şoreşê dorpêç bikin û tune bikin. Êrîşên dagirkerî û îlhaqê ku bi xiyanetê re li ser Başûr tê meşandin, ji bo astengkirina vê şoreşê tên domandin.

Weke KCDK-E em vê şoreşa mirovahiyê ya mezin di sala 12’an de silav dikin. Ji bo ku rêveberiya xweser a azadîxwaz statuyê bi dest bixe em li her devera Ewropayê, Awûstûralyayê, Kanadayê li ser vê esasê xebatan bimeşînin û seferber bibin. Em li dijî dewleta Tirk a qirker û xiyanetê têkoşîneke bi biryar bidomînin û xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin.”