NÛ BÛ- Serdanên ji bo greva Strasboûrgê dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya dêdawî û bêdorveber a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê hatibû destpêkirin di roja 17’an de ye. Îro ji çepemeniyê heta meclîsên jinan nûnerên bi dehan saziyan sedana grevê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya dêdawî û bêdorveber a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Strasboûrgê hatibû destpêkirin di roja 17’an de ye.

Serdanên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê dewam dike. Gelek welatiyên ji welatên cuda yên Ewropayê hatibûn sedana çalakiyê kirin.

KEDKARÊN ÇAPEMENIYÊ SERDAN KIRIN

Di nava kesên îro sedana çalakvanan kirin de, kedkarên çapameniya Kurd jî hebûn. Komeke ji endamên çapemeniyê pêk tên, serdana çalakiyê kirin û daxwazên wan girtin.

Çalakvanan jî serdanan kedkarên çapemeniyê silav kirin û anîn ziman ku wê çalakiya wan bi hemû biryardarî dewam bike.

MECLÎSÊN JINAN JÎ SERDAN KIRIN

Serdanên meclîsên jinan ên ji gelek welatên Ewropayê ya ji bo çalakiyê bi taybet bal kişand. Meclîsên jinan ên bi bin sêwana Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa ku li gelemperiya Swîsreyê xebatê dikin.

Di axaftinên li ser navê nûnerên jinan hatin kirin de, çalakiya greva biçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan dayîn destpêkirin hate silavkirin, bal kişand ku berxwedana li zindanan ku di serî de Leyla Guven û hemû girtiyan dayî destpêkirin pir mezin e.

Meclîsên jinan ên li Anvers a Belçîka, dîsa Paytexta Fransa Parîs û endamên Meclîsa Jinan a Destan a Berlînê jî serdana greva li Strasboûrgê kirin.

TAJÊ Û NAV-YEKÊ JÎ DESTEK DAN

Li aliyê din gelek endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û jin jî serdana çalakiyê kirin. Di axaftinên li vir jî hatin kirin hate gotin ku divê tecrîda li ser Ocalan bi teqez bê şikandin.

Endamên saziyên girêdayî rêveberiya NAV-YEK’ê yên a di bin sêwana saziyên Êzidî yên li Elmanyayê jî greva Strasboûgê ziyaret kirin. Nûnerên gelek saziyan, bi çalakgerên grevê re yek bi yek axivîn û hem di derbarê çalakiyê û hem jî derbarê rewşa wan a tenduristiyê de agahî girtin.

‘FAŞÎZIM WÊ BI BERXWEDANA YEKGIRTÎ Û XURTKIRINÊ BÊ HILWEŞANDIN’

Di axaftinên dema serdanê de hatin kirin, hate gotin ku dewleta Tirk bi armanca îmha û dagirkeriyê êrîş dike. Di vê demê de divê têkoşînê bê xurtkirin. Bal hate kişandin ku divê demê de divê Kurd bibin yek û hate bibîr xistin ku enceq bi vê yekê dikarin faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.

CDK-F’Ê JÎ PIŞTGIRÎ KIR

Heyetek jî li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) serdana çalakiya greva li Strasboûrgê kirin. Nûnerê CDK-F’ê li vir axivî û anî ziman ku daxwazên çalakvanan daxwazên hemû gelên Kurrd in. Hate gotin ji bo daxwazên çalakvanan li hemû cîhanê belav bbiibin divê hê zêdetir xebat bêkirin. Di serî de ev deng divê bigihêje Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û hemû saziyên berpirs.