Ji bo mîtîngên 25'ê Sibatê banga tevlîbûnê hate kirin

Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li welatên Ewropayê, li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji hilweşîna ji ber erdhejê berpirsyar e, dadikevin qadan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) û Platforma Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê de hat gotin, "Li Rojava, Kurdistan û Tirkiyeyê di du erdhejên mezin de yên sibeha 6'ê Sibatê pêk hatin, me bi deh hezaran mirovên xwe winda kir û bi hezaran jî birîndar bûn. Piraniya kesên rizgar bûne jî di sermaya qeşaya zivistanê de li kolanan man. Hîn jî bi hezaran mirovên me hene ku ji bin xirbeyan nehatine derxistin. Erdhej hê jî didome.”

BANGA TEVLÎBÛNA MITÎNGÊ HATE KIRIN

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, "Bi şertê xebatên hevpar ên herêmî bên kirin, di 25'ê Sibatê roja Şemiyê de, li hemû welatên Ewropayê meş û mîtîngên navendî an jî herêmî wê bên lidar xistin. Qadên ku çalakiyên ji ber sersaxiyê di 25 'ê Sibatê de nikaribûn bên birêxistin kirin, wê 4'ê Adarê roja Şemiyê çalakiyên xwe li dar bixin.

Meşên ku bêne lidar xistin; Navenda wê li Îngilîstan, Swêd, Norwêc, Fînlandiya, Danîmarka, Hollanda, Swîsre, Avusturya, Belçîka, Kanada, Yewnanîstan, Awustralya û Qibris, li Fransa yê; Li çar navendan, ango Marsîlya, Parîs, Nordamdiya û Strasburg, li Elmanyayê; Biryar hat girtin ku li Hamburg, Hannover, Berlîn, Dusseldorf, Frankfurt û Stuttgartê navendeke herêmî bê avakirin. 

Wek ADGB û Platforma Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê; Em bang li hemû demokrat, şoreşger, gelên ku li kêleka mirovahiyê ne û di serî de hemû gelê me yê Kurdistanî û Tirkiyeyê dikin ku bi girseyî tevlî çalakiyan bibin. Roj ew roj e ku em nefreta xwe derxin zanistiyê û hêrsa xwe veguherînin hêza rêxistinkirî.”