Ji bo meşa li Berlînê banga tevlîbûnê hate kirin

Nûnera SMJÊ Nûrê Alkiş ji bo meşa 8'ê Adarê ya li Berlînê bang li jinên Êzidî kir ku tevlî bibin û got, "Divê bi kinc, reng, deng û alên xwe pêşengiyê ji vê meşê re bikin."

Tifaqa Jinan a Femînîst a Enternasyonalîst roja Çarşemê saet di 14:00 de li Berlînê li Frankfûrter Tor wê li hev kom bibe û heta ber girtîgeha jinan a li Lîchtenbergê bimeşe.

Ji pêkhateyên tifaqê Nûnera Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûrê Alkiş ji ANF'ê re axivî. Alkiş diyar kir ku ew bi xemgînî îsal 8'ê Adarê pêşwazî dikin û got, "Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û li her qadê dewam kirin. Her wiha di 6'ê Sibatê de erdhej pêk hatin."

Alkiş ragihand ku par ji bo jinan bi êş, bi hêrs û bi berxwedanê derbas bû û got, "Li dijî dagirkerî, êrîş, koçberkirin û qirkirinê berxwedaneke bêhempa hate kirin. Bi berxwedana li Rjohilatê Kurdistanê re dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya tevgera jinên Kurd li tevahiya cîhanê belav bû."

Nûnera SMJÊ Alkiş bal kişand ser girîngiya çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê û diyar kir ku beriya 8'ê Adarê ji bo xurtkirina piştevaniyê û girîngiya têkoşîna azadiya jinê panel û semîner hatin lidarxistin. Alkiş ji bo 8'ê Adarê jî ev bang kir: "Bi taybetî jinên Kurd ên Êzidî divê bi kinc, reng, deng û alên xwe pêşengiyê ji vê meşê re bikin. Em xwedî li dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' derkevin û bilind bikin."