Ji bo Huseyîn Narli merasîma veşartinê hate lidarxistin

Ji bo yek ji avakarê TV10 û Can Tv Huseyîn Narli li Dortmûndê merasîma cenaze hate lidarxistin.

Rojnameger Huseyîn Narli (Okkeş Unlubayir) ê ku yek ji kesekî girîng ê tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê bû di 9’ê Çileyê de rehmet kiribû. Ji bo Narli li Navenda Çanda Elewî ya Dortmûnê merasîmek hate lidarxistin.

Hevjîna wî Ayfer Unlubayir di merasîmê de axivî û got “Dilê wî ji bo Kurdistanê lê dida. Wî bi kêfeke mezin li sirûda Kurdistanê guhdarî dikir. Bi mezinbûna têkoşînê re enerjiya te jî mezin dibû.”

Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên li Ewropayê (AABF) Huseyîn Mat jî got “Kekê Huseyîn bi nasnameya xwe ya şoreşgerî tevkariyeke mezin li têkoşîna gelê Kurd û Elewiyan kir.”

Nivîskar Fûat Kav jî di merasîmê de axivî û got “Wekî şoreşgerekî jiya. Ez nikarim bibêjim ji nav me bar kir, wî mîrateyek ji me re hişt.”

Şukru Yildiz ê ku di Can Tvyê de bi wî re dixebitî jî got “Yek ji serokê komunîst ê herêma Gurgumê bû. Wî nîşan dida ku divê tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û sosyalîst çawa bin.”

Piştî merasîmê Narli li goristana bajêr a Bochûmê hate veşartin.