Ji bo berxwedêrên di grevan de çalakî hate kirin

Li paytexta Belçîka Brûkselê ji bo balê bikişînin ser berxwedêrên di grevên birçîbûnê de çalakiyek hate kirin.

Çalakiyên ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin dewam dike.

Li paytexta Belçîka Brûkselê bi pêşengtiya YJK-B’yê ji bo piştevaniya bi berxwedêrên di grevan de ne çalakiyek hate kirin.

Di çalakiyê de ku pankarteke mezin wêneyên Ocalan li ser hate vekirin, posterên berxwedêrên di grevê de ne hatin hildan.

Çalakiya ku bêdeng hate kirin, aktivîsta jin Arîfe Soysuren axivî. Piştre Arîfe Soysuren ji aliyê polîsên Belçîka ve hate destgîrkirin.