Ji bo Abdullah Ocalan li Zûgê stand hate danîn

Endamên TCŞ û TêkoJIN’ê ji bo ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihije hîn zêdetir mirovan, stand danîn.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) li bajarê Zûgê yê Swîsreyê hatin ba hev û ji bo ku bêhiqûqiya sîstema tecrîda li Îmraliyê bidin bihîstin û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihînin mirovan, stand danîn.

Di çalakiyê de ji bo danasîna paradîgmaya Abdullah Ocalan broşur hatin amadekirin û nîqaş hatin kirin. Çalakvanan di daxuyaniya dayîn de, destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê geş bikin û îdeolojiya wî li hemû cîhanê belav bikin.