Hrant Dînk li Stockholmê hate bibîranîn

Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Agosê Hrant Dînk ê ku di 19’ê Çileya 2007’an de li Stenbolê hatibû qetilkirin li Stockholma Swêdê hate bibîranîn.

Komîteya Piştgiriya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya ku parlementerên 8 partiyên di parlementoyê tê de cih digirin, Kluba PEN’ê ya Swêdê, Sendîkaya Rojnamegerên Swêdê û Federasyona Swêd û Ermenan ev civîn organîze kir.

Li ser navê Komîteya Piştgiriya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Îsa Tûran diyar kir ku êrîşa li dijî Hrant Dînk tê wateya êrîşa li dijî nirxên bingehîn ên çapemenî, azadiya ramanê û demokrasiyê. Tûran diyar kir ku 13 sal ji ser qetilkirina Dînk derbas bûye lê hê jî berpirsyarên rastîn ên cînayetê nehatine darizandin.

Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem Can Guleryuzlu jî got ku “Dînk derbarê qetlîama Dêrsimê nivîsek nivîsandibû û ji ber vê dewletê ew kiribû hedef.”

Endama Rêveberiya Kluba PEN’ê ya Swêdê Elîsabet Lofgren diyar kir Dînk ji ber ku qala rastiyan kir, ji aliyê dewleta Tirk û nijadperestan hate qetilkirin. Lofgren got ku “13 sal ji ser vê bûyerê derbas bû û rewşa Tirkiyeyê ya niha di warê mafên mirovan û azadiya ramanê de gelekî xerab e. Serokkomar Erdogan piştî hewldana darbeyê ya di 15’ê Tîrmeha 2016’an bi deh hezaran kesên bêsûc avet girtîgehan, 18 hezar akademîsyen û hiqûqnas ji kar avêt. Li tu dera dinyayê bi qasî Tirkiyeyê rojnameger ne di girtîgehan de ne.”