Hilbijartinên li Portekîzê: Serokkomar di tûra destpêkê de hate hilbijartin

Li Portekîzê di hilbijartinê de Serokkomarê heyî Marcelo Rebelo de Soûsa di tûra destpêkê de hate hilbijartin.

Siyasetmedarê ji rastgiriya navendî Marcelo Rebelo de Soûsa ku di hilbijartinên 2016'an de bi ser ketibû, di tûra destpêkê ya hilbijartinên doh de bi ser ket.

Di hilbijartinê de De Soûsa ji sedî 61.6 ê dengan stand. parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê Ana Gomes a sosyalîst jî ji sedî 12.2 ê dengan stand.

Ji namzetên din Andre Ventûra jî ji sedî 11.9 ê dengan stand û bû sêyemîn. Namzetên mayî hemû jî di navbera ji sedî 3-4 de deng bi dest xistin.

Rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê di bin ji sedî 40'î de bû.

Endamê Partiya Sosyal Demokrat (PSD) de Soûsa sala 2016'an jî di hilbijartinê de di tûra destpêkê de ji sedî 52 ê dengan wergirtibû û hatibû hilbijartin.