Heyeta HDP'ê danûstandinên xwe yên li Berlînê qedand

Heyeta HDP'ê li Berlînê di asta bilind de bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin kir.

Heyeta HDP'ê ku ji Amîrê Îdareyê yê Meclîsê Mahmût Togrûl, Serokwekîlê Koma Meclîsê Hakki Sarûhan Olûç, Parlamentera Mêrdînê Pero Dundar û Nûnertiya HDP'ê ya Elmanyayê pêk dihat, li Berlînê bi nûnerên partiyên siyasî û weqfên siyasî re hevdîtinên dîplomatîk kir. Heyeta HDP'ê, nûnerên partiyên desthilatdar SPD, FDP, Bundnis 90/Dîe Grunen (Kesk) û ji partiyên muxalefetê Dîe Lînke û Konrad-Adenaûer-Stîftûng a nêzî CDU re hevdîtin kir.

Kesayetên ku heyeta HDP'ê re hevdîtin kirin wiha ne: "Berdevkê karên derve yê SPD Nîls Schmîdt, berdevkê karên derve yê FDP'ê Ûlrîch Lechte, Hevserokê Giştî yê Keskan Rîcarda Lang û Alîkarê Serokê Federal Pegah Edalatîon, serokê koma dostaniyê ya Tirkiye Elmanyayê Max Lûcks ê ji partiya Kesk, berdevkê karên derve yê Dîe Lînke Gregor Gysî, berdevkê Fraksiyona Dîe Lînke Dîetmar Bartsch û parlamenterên wê, ji Weqfa Heînrîch Boll endama desteya rêveber Îmme Scholz, ji Konrad-Adenaûer Stîftûng nûnera Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Chrîstîna Baade."

WEKE 'ÊRIŞA DAGIRKERIYÊ' HATE NIRXANDIN

Di hevdîtinan de doza girtinê û doza Kobanê yên li dijî HDP'ê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin û piştgirî ji HDP'ê re hate dayin.

Çavkaniyên ku ji ANF'ê re axivîn diyar kirin ku nûnerên SDP, FDP û Keskan êrişa dewleta Tirk a li ser Başûr weke "êrişa dagirkeriyê" pênase kirine.