Hevserokên nû yên MŞD’ê hatin hilbijartin

Rêveberiya nû ya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, hevserokên xwe yên nû hilbijart.

Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, piştî kongreya xwe ya 4'emîn li Navenda Çand û Dîrokê ya Êzdîxanê ya li bajarê Lohne yê Elmanyayê li hev civiya.

Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat, di yekemîn civîna xwe ya piştî kongreyê de, rewşa xwe ya rêxistinî bi berfirehî nirxand û kar parve kir.

Li gorî vê yekê ji bo Hevserokatiya dema nû, Bihar Can û Xwedêda Şengalî bi yek dengî hatin  hilbijartin. Hecî Hesen jî, ji bo karê derve hat erkdarkirin. Di civînê de ji bo komîsyonên din jî kar hat parvekirin.

Kongreya 4'emîn a Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), di 31’ê Cotmehê de li bajarê Elmanyayê Lohne, bi beşdariya 60 delegeyî pêk hatibû.