Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê wê li ser rewşa Onder daxuyaniyê bidin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan wê di nava rojê de li ser rewşa SerokwekîLê Meclîsê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyê bidin.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li ser rewşa Sirri Sureyya Onder daxuyanî da.

DEM Partiyê diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Onder hîn jî cidî ye û Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan wê di nava rojê civîneke çapemeniyê lidar bixin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Endamê me yê Heyeta Îmraliyê û Serokwekîlê me yê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil derbas kir û doh rakirin nexweşxaneyê, tedawiya wî dewam dike. Doktoran 12 saetan di emeliyateke giran de gelekî hewl dan. Piştî emeliyatê Onder rakirin beşa çavdêriya awarte û li gorî agahiyên ku doktoran dan, rewşa wî hîn jî cidî ye.

Piştî ku rewşa tenduristiyê ya Onder hate bihîstin, ji doh bi şev û vir ve gelek kes li ber nexweşxaneyê li hev kom bûn. Hevserokên me yên giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, serokwekîlên koma me û parlamenterên me bernameyên xwe betal kirin û çûn nexweşxaneyê.

Serokkomar Erdogan ji doh ve du caran li Pervîn Bûldan geriya, hem agahî jê wergirt hem jî têkildarî pêvajoya emeliyatê agahî da. Erdogan ji Bûldan re got, 'Çi pêwîst bike ew ê bê kirin'. Lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê ÎYÎ Partî Musavat Dervîşoglû, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan, Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan, Serokê Giştî yê Partiya Vatan Dogû Perînçek û nûnerên AKP'ê, Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî û Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê Nêçirvan Barzanî li rayedarên partiya me geriyan û hêvî û bendewariya xwe ya ji bo tenduristiyeke baş anîn ziman.

Her wiha ji saziyên Elewiyan ABF, ADFE, AABK, Komeleyên Çandê yên Elewî yên Pîr Sûltan Abdal, Weqfa Çandê ya Haci Bektaş û nûnerên gelek saziyan, Serokê Giştî yê CHP'ê yê berê Mûrat Karayalçin û Hîkmet Çetîn jî geriyan û heman hêvî û bendewarî kirin. Li aliyê din ji çar aliyên cîhanê bi hezaran kesî peyam şandin.

Serokê Giştî yê TÎP'ê, pêkhate û partiyên tifaqa me li nexweşxaneyê ne. Waliyê Stenbolê Davût Gul di saetên destpêkê de hat nexweşxaneyê û di mijara emeliyatê agahî wergirt.

Her wiha Serokkomarê dema beriya niha Abdullah Gul serdana nexweşxaneyê kir û ji Hevserokên me yên giştî û rayedarên partiya me re hêviya başbûnê kir. Serokê Bajêr ê CHP'ê Ozgur Çelîk, Serokwekîlê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Nûrî Aslan, serokên navçeyan ên CHP'ê û parlamenter Sezgîn Tanrikûlû, Gursel Tekîn, Mûstafa Sarigul, Tûncay Ozkan jî serdana nexweşxaneyê kirin. Mahsûn Kirmizigul jî di nav de gelek dostên hunermend serdana nexweşxaneyê kirin. Hatina ber bi nexweşxaneyê dewam dike. Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel jî wê îro saet di 17:00 de serdana nexweşxaneyê bike.

Rayedarên me yên partiyê ku rewşa tenduristiyê ya Onder ji nêz ve dişopînin, li ser mijarê agahiyê bi raya giştî re parve dikin. Hevserokên me yên giştî wê li ser rewşa dawî di nava rojê de daxuyaniyekê bidin."