Hevdîtina Erdogan-Trûmp li Washîngonê tê protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li Washîngtonê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan protesto dikin.

Di dema hevdîtina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYE’yê Donald Trûmp pêk dihat de bi tevlîbûna sedan kesî çalakiyeke protestoyî hate kirin.

Li gel Kurdistaniyan welatiyên Yahûdî, Emerîkî, Ermenî û Yewnanî jî piştevanî kirin û dirûşmên ‘Kujer Erdogan ji Rojava bicehenime’, ‘Terorîst ji Rojava binehenime’ û ‘Terorîst Erdogan, terorîst DAÎŞ’ qîr kirin.

Çalakiya ku ciwanên Emerîkî jî cihê xwe têde girtin, tevî hewaya sar jî didome.