Hêrsa li dijî êrîşan mezin dibe: Li çar aliyê cîhanê Kurd û dostên wan li qadan in - BLOGA ZINDÎ

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li çar aliyên cîhanê Kurd û dostên wan daketin qadan û êrîş protestokirin.

22.57

NICE

Kurdistaniyên li ber Gard Ville ya bajarê Nice ê Fransayê li dijî bombebarana hemwext a hewayî ya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatin ba hev, ji şev heta sibehê çalakiya rûniştinê li dar xistin û meş pêk anîn. Di saetên êvarî de bi beşdariya hezaran kesî meş hate lidarxistin.

Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana PKK” û “Kurdistanê biparêz e“ hatin berzkirin.

22.23

PÎSA

Li bajarê Pîsa yê herêma Toskana ya Îtalyayê, peyama piştevaniya bi Şoreşa Rojava û têkoşîna li Kurdistanê, hat dayîn. Îtaliyên ku peyam şandin, wiha gotin: “Em ji bajarê Pîsa yê Îtalyayê, piştgiriyê didin têkoşîna li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê. Em hestên xwe yên herî kûr ên piştevaniyê dişînin.”

22.26

OSNABRUCK

Kurdistanê û dostên wan li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û qadên gerîla bi meşekê protesto kirin. Kurdistaniyan bi pankart û dovîzên ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin, dest bi meşê kirin û bê navber dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

22.24

BREST

Dostên Kurdan ên li bajarê Brest ê Fransayê dijîn, li Place de la Lîberteyê hatin ba hev û peyama piştevaniya bi gelê Kurd re dan.

22.21

CREÎL

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Creîl ê Fransayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat protestokirin.

Tevî ku baranek zêde jî barî, Kurdistanî û dostên wan li ber gara navendî ya Creîlê hatin ba hev û ji vir meşiyan. Di meşê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, YPJ û YPG’ê hatin hildan û berxwedana gerîla hat silavkirin.

22.19

REÎMS

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Reîms ê Fransayê dijîn, li dijî bombebaran hewayî ya ku dewleta Tirk duh bi şev li ser qadên Rêveberiya Xweser a Rojava dayî destpêkirin, daketin qadan.

Merasîm ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Arîn Mîrkan ve hat organîzekirin. Kurdistanî û dostên wan li ber îstasyona sûka Reîmsê hatin ba hev û ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Tirkiye” û “Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê” hatin berzkirin. Girseyê alên YPG’ê û YPJ’ê hildan û li navenda bajêr ve mîtîngek li dar xist.

Piştî mîtîngê ciwanên Kurd heta saetên derengî, li ber televîzyona neteweyî ya France 3’ê çalakî li dar xistin. Li vir bi rayedarên televîzyonê re hevdîtinek pêk hat.

22.16

EVRY/GRIGNY

Kurdistaniyên li ber DTM ya Evryê hatin ba hev, bi dirûşmeyan êrîş protesto kirin. Di açalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û YPG/YPJ’ê hatin hildan. Girseya gel bi dirûşmên “Bîjî berxwedanag gerîla” ber bi gara Grîgnyê ve meşiyan.

21.26

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, bi meşekê bertek nîşanê êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê hat dayîn. Kurd û şoreşgerên enternasyonalîst ên bi banga DKTM ya Kasselê hatin ba hev, meşiyan.

21.30

ATÎNA

Êrîşên dewleta Tirk, li Atîna ya paytexta Yewnanistên jî hatin protestokirin.

Bi sedan kesên bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşker (TCŞ) û Navenda Çandê ya Kurd a Demokratîk a Atînayê li Qada Akademîayê hatin ba hev, bertek nîşanê êrîşên dewleta Tirk dan. Ji xeynê Kurdan, endamên rêxistinên şoreşger ên Yewnan û Tirkiyeyî jî tev li çalakiyê bûn.

Ji bo teşhîrkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker, Navenda Çandê ya Kurd a Atînayê, Eniya Çepgir a Nû ya Yewnanistanê (NAR), komên sosyalîst û anarşîst ên Yewnan û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî, têkildarê êrîşan daxuyanî dan. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ, YJA Star, PKK û TEVDEM û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

21.17

LORÎENT Û VANNES

Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarên Lorîent û Vannesê hat protestokirin. Kurd û dostên wan li Qada Place Arîstîde-Brîand a Lorîentê hatin ba hev û bi berzkirina dirûşmeyan ji cadeyên herî qelebaliz ên bajêr derbas bûn û gihiştina Qada Place Arîstîde Brîand. Çalakgeran bê navber dirûşmeyên “Bimre faşîzm”, Bijî Rojava”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “Kujer Erdogan” û “Bimre xiyanet” berz kirin. Di axaftinan de bertek nîşanî bêdengiya welatên YE’yê dan. Hat gotin ku wê ji bo destkeftiyên gelê Kurd her cûre fedakarî bê kirin û wê serî li hemberî faşîzma dewleta Tirk netewînin. Dostên Kurdan jî anîn ziman ku wê bi gelê Kurd re bin.

21.10

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurd û dostên Kurdan, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava meşiyan.

Bi hezaran kes bi banga NAV-BERLÎN û Meclîsa Jinan a Dest-Danê, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya raya giştî protesto kirin. Çalakgeran li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û qadên gerîla bi şîara “Roj roja parastina Kobanê ye” ji Hermannplatzê heta Kottbûsser Torê meşiyan. Di çalakiyê de li ser navê Kon-Med, Women Defend Rojava, Yoûng Strûggle û Dîe Lînkeyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku Hikûmeta Federal a Elmanya dawî li peymana çekan bi Tirkiyeyê re bîne. Rojnamevan û nivîskar Nîck Braûns jî wiha got: “Ev 30 sal n, Tevgera Azadiya Kurd li Elmanyayê qedexe ye. Lewma em ê hefteya bê, li Berlînê li dijî vê qedexeyê çalakiya protestoyî li dar bixin. Em ê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê li qadan bin.”

Di axaftinên li ser navê Partiya Çepgir (Dîe Lînke) jî hatin kirin de, êrîşên dewleta Tirk weke êrîşên terorê hatin nirxandin. Di daxuyaniyê de xîtabî Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbockê hat kirin û wiha hate gotin: “Jîna Emînî Kurd bû. Birêz Baerbock we jî dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ berz kir û we îran protesto kir. Dewleta Tirk jinên Kurd bombebaran dike, hûn çima dengê xwe dernaxînin.”

21.07

MUNÎH

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, Meclîsa Civaka Kurd û hêzên enternasyonalîst ên Elman, li navenda bajêr meş li dar xistin. Di daxuyaniyên hatin kirin de, banga helwestê hat kirin. Çalakgeran alên YPJ’ê û YPG’ê û pankartên “Defend Kurdistan-Kurdistanê biparêze” û “Frîeden Fur Rojava ûnd Neîn Zûm Krîeg” hildan û dirûşmeyên “Bijî berxwedana YPG-YPJ” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

21.06

KOPENHAG

Weke ku li gelek bajarên Ewropayê, li bajarê Kopenhag ê Elmanyayê jî Kurd û dostên wan, êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin. Kurdistanî û dostên wan li ber Îstasyona Trenê ya Navendî ya Kopenhagê hatin ba hev û dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Erdogan ê kujerê zarokan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di axaftinan de jî hat destnîşankirin ku bêdengî, sûcê mirovahiyê ye.

20.33

LONDON

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li herêmên cuda yên Londonê, xwepêşandanên girseyî hatin li dar xistin û peyama “Dagirker wê têk biçin, Kurdistan wê serbikeve” hat dayîn.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, xwepêşandanên protestoyî dewam dikin. Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û Tevger Ciwanên Şoreşger (TCŞ), çalakger li ber Îstasyona Trenê St. Pancras a Navneteweyî Kîng Crossê hatin ba hev û bê navber dirûşmeyên “Bimre faşîzm”, “Terorîst Tirkiye, terorîst Erdogan” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Girseyê rêya sereke li trafîkê girt. Di çalakiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPJ û YPG’ê hatin hildan û wiha hate gotin: “Gelê Kurdistanê wê li dijî dagirkeran, têbikoşin û li ber xwe bidin. Faşîzma dewleta Tirk wê li Kurdistanê bi fetise.”

Li dijî êrîşên dewleta Tirk çalakiyek din jî li Harîngey Green Lîneyê hat kirin û bi meşekê hat protestokirin. Girse li ber avahiya KCC’ê hat ba hev û dirûşmeyên “Bimre faşîzm”, “Dewleta Tirk ji Kurdistanê bi cehime”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bimre hovîtiya dewleta Tirk” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û alên YPJ û YPG’ê hildan. Girseyê rêya sereke li trafîkê girt û li ser Green Lîneyê meşiyan. Di meşê de pankart û dovîzên têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan hatin hildan û kesên li derdor jî bi çepikan pişgirî dan çalakiyê.

Meş li ber Pirtûkxaneya Wood Greenê sekinî û li vir li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî. Akbal destnîşan kir ku dagirker wê têk biçin û fedaî û gelê Kurdistanê wê serbikeve û got: “Em ê qet li dijî vê faşîzmê serî netewînin. Em ê li dijî vê hişmendiya dijminê demokrasiyê û gelê Kurd, gelên Kurdistanê û nirxên wê biparêzin. Em ê xaka xwe li dijî faşîzmê biparêzin û heta ku ev faşîst dicehimin û diçin, em ê têbikoşin.”

Sibe li gorî saeta Îngilistanê wê di saet 17.00’an de, li Londonê li ber avahiya Parlamentoyê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Jiyan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Îngilistanê çalakiyek protestî bê lidarxistin.

20.22

LÎNZ

Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şehba, Kobanê, Dêrika Hemko, Dirbesiyê, Şengal, Silêmaniyê û Qendîlê, li bajarê Lînz ê Awûstralyayê hatin ba hev.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber Televîzyona dewleta Awûstralyayê ORF’ê hatin ba hev û bi pankart û dovîzan bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û gerîla. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe domand. Li ser navê girseyê şandeyek bi rayedarên Televîzyona dewleta Awûstralyayê re civiyan. Şandeyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û Erdogan ên li ser Rojava û qadên gerîla, agahî dan rayedaran. Rayedarên televîzyona ORF’ê guhdarî şandeyê kir û soz dan ku wê wê bi hestiyar bin û wê bi agahiyên aktuel rewşê bikin rojev. Piştî ku heyet çû, Televîzyona ORF’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk, nûçeyek bi agahiyên kûr weşand.

19.32

ZURÎH

Li gelek bajarên Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Rojava daketin qadan. Bi banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li gelek kantonan bêyî navbir çalakî tên lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan, li qada Helvetîaplatz a bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatin ba hev û mîtîngek li dar xistin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan bi deqeyekê, Hevserokê CDK-S’ê Îsmaîl Kardaş axavtinek kir. Kardaş got ku bombebarana dewleta Tirk a berpêyî Rojava û qadên gerîla ne ji rêzê ye, ji ber ku 8 meh in êrîşan dike lê bi ser nakeve ev êrîş kirine û wiha pê de çû: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, tevî hemû teknîkê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Dagirkerên bi ser neketin, şevê din li Kurdistanê gelek nuqte dan ber bombeyan. Şerekî derûnî dikin. Bila gelê me li dijî vê propagandayê hestyar be. Gerîla li ber xwe dide. Em ê heta êrîş bi dawî bibin, li qadan bin. Kurd wê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.“

Piştre li ser navê Tora Berxwedanê ya Swîsreyê axavtinek hat kirin. Di axavtina hat kirin de banga derketina xwedî li Şoreşa Rojava li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên berpêyî Rojava hat kirin.

Piştî axavtinan girse heta bi îstgeha Navendî ya Trenan a Zurîhê meşiya û vegeriya qada Helvetîaplatzê. Gelek rêxistinên Swîsreyî û Tirkiyeyî piştgiriya meşê kir.

19.25

BERN

Li Kantona Bernê ya Swîsreyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên berpêyî Rojava û gerîla, ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ve bi çalakiyekê hatin protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ku li qada Bahnhofê hatin ba hev, êrîşên dewleta bi pankartan protesto kirin. Girseyê, alên YPG û KCK’ê hildan û bêyî navber dirûşm berz kirin. Gelek anarşîst û demokratên Swîsreyî piştgiriya çalakiyê kir û ji bo şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Mîne Çetînkaya ya Hevberdevka Meclîsa Şehîd Atakan a Bernê ku piştî rêzgirtinê axivî û got ku Şoreşa Rojava bi bedelên giran hatiye avakirin.

Piştî axavtina Çetînkaya, girse ber Parlamentoya Swîsreyê ve dest bi meşê kir. Gava meşê dirûşmên “Bijî Rojava“, “YPG, YPJ“ û “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin. Swîsreyiyên li ser rêya meşê jî bi çepikan piştgiriya çalakgeran kir.

Piştî ku girse gihîşt ber Parlamentoya Swîsreyê Hevşaredarê Êlihê yê berê Nejdet Atalay axavtinek kir. Atalay diyar kir ku dewleta Tirk ji bo êrîşê Kurdan bike li Taksîmê bombe teqandiye û wiha axivî: “Hemû cîhan dizane ku bombeya li Taksîmê teqiya, ji aliyê îstixbarata Tirk ve hatiye organîzekirin. Dewleta Tirk, bi van êrîşan wê negihîje armanca xwe. Wê dewleta Tirk bi bin bikeve.“

Piştî axavtina Atalay, girse ber bi Bahnhof aBerlînê dest bi meşê kir.

19.20

OSLO

Kurdistaniyên ji bo çalakiya ji aliyê NCDK-OSLO’yê ve li Osloya paytexta Norwecê hat lidarxistin li ber parlamentoya Norwecê hatin ba hev, êrîşên şeva din ên dewleta Tirk ên berpêyî Rojava û Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Nûnerê NCDK-OSLO’yê Endam Aso, di axavtina xwe de îşaret bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên berpêyî Rojava kir û wiha got: “Ev êrîş bi erêkirina NATO’yê û koalîsyona navneteweyî hatiye kirin. Me destana Kobanê tu car ji bîr nekiriye û nakin. Kurd wê van êrîşan jî bi hêz û yekitiye xwe pûç bikin. Dewletên dagirker li qetilkirina Kurdan dewam dikin. Em Kurdên li Ewropayê û gelên din ji bo azadiyê li qadan in û em ê ji gelê xwe re bibin deng.“

Çalakî, bi berzkirina dirûşmên “Tirkiyeya faşîst, bicehime ji Kurdistanê“, “Azadî ji bo Kurdistanê“, “Bijî berxwedana, Rojava, gerîla“ û “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.

19.13

VEVEY

Kurdistaniyan bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê û Meclîsa Jinan a Lajîn li bajarê Vevey ê Swîsreyê çalakî li dar xistin û di çalakiyê de hat xwestin ku demildest dawî li êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bên. Di axaftinên li ser navê saziyan hatin kirin de, xwedî li têkoşîna gerîla hat derketin û hat gotin ku yekane rêya pêşgirtina li êrîşên qirkirinê, piştevaniya bi gelê Kurd re ye.

19.10

BELLÎNZONA

Li bajarê Bellînzona yê Kantona Tîçîno ya Swîsreyê ji bo protestokirina komkujî û êrîşên dewleta Tirk a mêtinger û faşîst ên li ser Rojava, girse li ber îstasyona trenê ya navendî hat ba hev.

Hevserokê DCK’ê yê Lûganoyê Recep Akkamiş got ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî îrade û berxwedana gerîla tengav bûye û ji bo ku rejîma xwe ya faşîst li ser lingan bigire, konsepta qirkirinê ya li ser gelê Kurd xistiye dewrê û wiha pêde çû: “Gelê Kurd duh jî li dijî faşîzmê çok netewandiye, wê îro jî çok netewîne. Berdêla wê çi dibe bila bibe, gelê me wê dest ji destkeftiyên xwe neberde û li dijî hemû êrîşan xwe biparêze.”

Di çalakiyê de metna daxuyaniyê bi Îtalî hat xwendin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeya li dijî êrîşên dagirkeriyê xwedî derketina li têkoşîna gerîla bi dawî bû.

19.06

BASEL

Bertekên Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn a li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, nasekine.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Baselê hatin ba hev û li Claraplatzê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdan hat protestokirin û li dijî bêdengiya raya giştî, banga piştevaniyê hat kirin.

Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê û Meclîsa Jinan a Ronahî û bi piştevaniya Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, saziyên şoreşger ên Swîsreyî û Komîteya Rojava, mîtîngek hat lidarxistin.

Di şexsê kesên ku di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne de, deqeyek rêz hat girtin. Hevseroka CDK’ê Nejla Dersim got ku wê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, her tim li qadan bin.

Di daxuyaniya li ser navê Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze hat dayîn de jî wiha hate gotin: “Rejîma Tirk a faşîst a ku duh piştevanê hovîtiya DAÎŞ’ê, ji bo ewlehiya pêşeroja xwe û fetisandina şoreşa Kobanê, li ber çavê cîhanê konsepta qirkirinê xistiye dewrê. Em duh çawa xwedî li Kobanê derketibin, em ê îro jî ruhê Kobanê derxînin holê li gel têkoşîna gelê Kurd bin.”

Piştî xwendina daxuyaniya bi Elmanî, girse bi pêşengiya Komîteya Rojava ber bi navenda bajêr ve meşiya. Piştî daxuyaniya li Droîsenparkê hat dayîn, çalakî bi dawî bû.

19.01

LEÎPZÎG

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê meş û mîtînga ku Rojava Solî Bundnîs Leîpzîg organîze kirî, piştî xwendina gelek daxuyaniyan dest pê kir. Piştre bi sedan Kurd û enternasyonalîst bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan. Di meşê de hêrsa li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, hat raberkirin.

18.45

RESDEN

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Dresdenê, Meclîsa Jinan a Ûtayê û Înîsiyatîfa azadî ji bo Kurdistanê meş û mîtîng hatin lidarxistin.

Piştî daxuyaniyên nivîskî, Kurdan û dostên wan dest bi meşê kir, bêyî navber dirûşm berz kirin û êrîşên rejîma AKP-MHP ya faşîst ên li Kurdistanê şermezar kirin.

Piştî meşê banga tevlêbûna meşa navendî ku wê 26’ê Mijdarê li Berlînê bê lidarxistin, hat kirin.

18.43

MAGDEBÛRG

Kurd û dostên xwe, li bajarê Magdebûrg ê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi mîtîngekê protesto kirin. Mîtîng, li Hgbf ya Magdebûrgê bi dayîna daxuyaniyan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

18.30

HEÎLBRONN

Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Kîllîanzplatz ê Heîlbronn ê Elmanyayê hatin ba hev, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên berpêyî Rojava û Qendîlê, mîtîngek li dar xistin.

Di axavtinên li mîtîngê hatin kirin de wiha hat gotin: ‘’Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo hebûna xwe, Kurdan qetil dike. Kurd wê li dijî vê faşîzmê derkevin qadan û bertek nîşan bidin. Çawa kul i Zap, Avaşîn û Metînayê ji hev de ketibin wê li Rojava jî wisa bibe.’’

18.25

ROÛEN

Êrîşên faşîzane yên dewleta Tirk, li herêma Roûen a Fransayê bi daxuyaniya çapemeniyê hat protestokirin. Bi tevlêbûna 150 kesan mîtîng hat lidarxistin. Mîtîng, piştî axavtina Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Jean-Paûl Lecoq bi dawî bû.

18.24

HALLE

Êrîşên dewleta Tirk a faşîst a berpêyî Rojava li bajarê Halle ê Elmanyayê bi lidarxistina mîtîngeke bi pêşengiya MLPD’ê, hat protestokirin.

18.23

FRANKFÛRT

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ku li ber îstgeha Frankfûrtê hatin ba hev, ber navenda bajêr ve meşiyan.

Gava meşê, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava“, “Bijî Serok Apo“, “Tirkiyeya Terorîst“ û “Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê“ hatin berzkirin. Girseya alên YPG û YPJ’ê hildan, li navenda bajêr mîtîngek li dar xist.

Di axavtina li mîtîngê wiha hat gotin: “Em ji bo xwedî li axa xwe û destkeftiyên xwe derbikevin bang li gelê xwe dikin ku derbikevin qadan. Em li her derê banga derketina xwedî li Kurdistanê dikin.“

Mîtîng, bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana Rojava“ bi dawî bû.

18.13

BREMEN

Bi armanca protestokirina êrîşên bi obus û balafirên şer ên dewleta Tirk ên berpêyî Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarê Bremen ê Elmanyayê, daxuyanî ji bo çapemeniyê hat dayîn û mîtîng hat lidarxistin. Meclîsa Gel a Bremenê, Meclîsa Jinan a Sevê, komên enternasyonalîst ên Elman û Kurdistaniyên li Bremenê û derdora wê tev li çalakiyê bûn. Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û bi xwendina metinê daxuyaniyê yê ji bo çapemeniyê dewam kir.

Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û Rêveberiya Xweser û pankartên ji bo piştevaniya bi Rojava re hatin hildan. Çalakî bi saetan dewam kir.

18.00

STÛTTGART

Rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî ku li qada Schlossplatz a bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hatin ba hev, Kurd û dostên wan, bi tevlêbûna bi hezaran kesan mîtîng hat lidarxistin û bi meşa li kuçeya Theodor-Heûssê hat kirin, êrîşên faşîzane yên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Çalakiya protestoyî bi axavtin û mîtînga li Stadt Mîtte ya Stûttgartê hat lidarxistin, bi dawî bû.

17.47

NANTES

Gelê ku bi heman armancê li bajarê Nantes ê Fransayê li stasyona bajêr hatin ba hev, êrîşên dewleta Tirk bi daxuyaniyeke çapemeniyê protesto kirin.

17.46

RENNES

Li bajarê Renbes ê Fransayê jî Kurdistanî û dostên wan li Place du Colombîerê li hev civiyan û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava şermezar kirin.

Li qada Place du Colombîerê daxuyanî hat xwendin û belavok hatin belavkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Hikûmeta faşîst a nîjadperest, înkarker, qetlîamker a AKP-MHP’ê şeva 19’ê Mijdarê bi balafirên şer Rojava û Başûrê Kurdistanê bombe kir. Ev zîhniyeta ku di şer û qetlîamê de israr dike, hê jî dixwaze têkçûna xwe bi qirkirina fizîkî, çandî û erdnîgarî, hiqûqî û rêbazên şerê dijmirovî bi komkujiya Kurdan veşêre. Gelê Kurd û dostên wan ên Kurd wê di şexsê gerîla de ku ji her demê zêdetir li dijî van êrîş û dagirkeriyê li ber xwe dide, têkoşînê hembêz bike. Em ê berxwedana xwe mezin bikin.“

Di daxuyaniyê de banga piştevaniya navneteweyî hate kirin.

Di meşa ku ji Place du Colombîerê dest pê kir de, li Rennesê li ber kanala herêmî TV3 Bretagne 29 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakgeran danazek radestî rayedarên TV3Bretagne kirin û ji bo weşanê hevpeyvîn hate kirin. Piştre meşa ku li navenda bajêr dewam kir, heta qada Repûblûqûe bi dawî bû.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “ Bijî berxwedana gerîla”, "Bijî Rojava ", "Em hemû YPG’yî ne", "Em hemû YPJ’î ne " û “Bijî piştevaniya enternasyonal“ hate berzkirin.

17.40

MONTPELLIER

Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî, li bajarê Montpellîer ê Fransayê hat protestokirin.

Çalakî ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Montpellîerê ve hat organîzekirin. Girse ji bo tev li meşê bibin, ji qada Comedyê hatin û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk protesto kirin.

Hevserokê Navenda Kurd a Demokratîk a Montpellîerê Şerzat K., di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li se Rojava û Bakurê Sûriyeyê li qadan bin. Piştî axaftinê girse ji qada Comedyê heta Avahiya Walîtiyê meşiya û bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdogan” û “Her der Rojava her der berxwedan” berz kirin.

17.39

VÎLLÎERS-LE-BEL

Gelê Kurd ê li banliyoya Vîllîers-le-Belê ya paytexta Fransa Parîsê dijîn, êrîşên dewleta Tirk a faşîst protesto kirin. Kurdistanî li ber komeleyê hatin ba hev û li vir pankarta “Li dijî êrîşên dewleta Tirk, bêdeng nemîne” vekirin. Girse li kolanên Vîllîers-le-Belê dest bi meşê kirin. Ciwanên TCŞ’ê pêşengî ji meşê re kirin û bi berzkirina dirûşmeyên piştevaniya bi Rojava/YPG-YPJ’ê û PKK’ê, êrîşên dagirkeriyê protesto kirin. Çalakgeran dovîza “Em dijminê bi kalîte dixwazin” hildan û dema ku gihiştin li ber gara Vîllîers le belê, daxuyanî dan û raya giştî ya ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng e, şermezar kirin. Çalakî dewam dike.

17.37

MANTES-LA-JOLÎE

Kurdistaniyên li Mantes-la-Jolîeyê dijîn, weke duh li qadan bûn. Girseya ku li ber komeleyê hatin ba hev, ji vir heta gara Mantes-la-Jolîeyê, ji wir jî ber bi şaredariyê ve meşiyan. Girseyê bê navber dirûşmeyên piştevaniya bi Rojava re berz kirin û li ber şaredariyê bi daxuyaniyekê êrîş protesto kirin.

17.36

DRANCY

Kurdên li banliyoya Dransy ê paytext Fransayê dijîn ji şevê din ve li qadan e, îro jî li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancyê hatin ba hev û pankartên bi Fransî li ser “Destûr nede ku Erdogan Rojava dagir bike” û “Nebin hevkarên êrîşên Tirkiyeyê” hatibû nivîsîn, vekirin. Çalakger bi berzkirina dirûşmeyên “Kujer-Terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gerîla” dest bi meşê kirin. Kurdistaniyên ku hatin li ber Şaredariya Drancyê li vir çalakiya rûniştinê li dar xistin. Çalakî dewam dike.

17.33

PARÎS

Kurdistanî û dostên wan li qada Repûblîqûeyê hatin ba hev û pankartên “Li dijî êrîşên dewleta Tirk, Kurdistanê biparêze” û “Terorîst Tirkiye” vekirin. Çalakgeran alên PKK, YPG û YPJ’ê hildan û bê navber bi berzkirina dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Rojava” êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

Polîsên Fransî xwestin mudaxileyî çalakiyê bikin, lê bi berxwedana çalakgeran polîsan xwe paşde kişand. Kurdistanî û dostên wan li çalakiya xwe dewam kirin û li vir belavoka ji aliyê CDK-F’ê hatî nivîsîn, xwendin. Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û CDK-F’ê jî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bang li Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî, Yekîtiya Ewropayê, Fransa û DYE’yê hat kirin ku zextê li ser dewleta Tirk bikin da ku dawî li êrîşên li ser gelê Kurd bîne.

Girseyê destnîşan kir ku heta ku êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kurdan bi dawî dibin, ew ê li qadan bin û çalakiya xwe bi dawî kirin.

17.30

MARSÎLYA

Bi banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Marsîlyayê çalakî dewam dikin.

Ji nîva şevê heta niha girse li qadan in û di saet 15.00’an de li qada Canebîereyê hatin ba hev. Girseyê pankartên “Bila qada Hewayî ya Rojava demildest bê girtin”, “Tirkiyeya dagirker Kurdistanê bombebaran dike” û “Em ê li dijî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê biparêzin” vekirin û alên PKK, YPJ û YPG’ê hildan. Meş ji Canebîereyê heta Vîa Portê dewam kir. Du hezar Kurdistanî û dostên wan tev li meşê bûn û xelkên herêmî yên li navenda bajêr jî bi çepikan piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD”, “Bijî berxwedana PKK’ê” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berz kirin û axaftinên ku dagirkerî û xiyanetê teşhîr dikin, hatin kirin.

Çekdar Med li ser navê NCKD’ê axivî, qala polîtîkayên durû û yên qirêj ên dewletên Ewropayê kir û got: “Bersiva me ji kesên ku çavên xwe li hemberî rijandina xwîna xwişk û birayên me digirin re; Kesên me bê nefes dihêlin em jî wê wan bê nefes bihêlin û di di hêrsa xwe de wan bifetisînin.”

Di belavoka ku di tevahiya rê de hatî xwendin de ev tişt hatin gotin:

“Erdoganê faşîst her çawa ku provokasyona li Stenbolê weke hincet nîşa bide jî, her kes dizane ku amadekariyên êrîşên li ser Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji zû de plan kiriye. Ev plan, planek alternatîf bû ku piştî li Zap, Metîna û Avaşînê tengav bû xistine dewrê. Lê divê faşîzma AKP-MHP’ê bizane ku wê bi sernekevin. Kurdên ku duh li ber xwe dan, wê hîn zêdetir li ber xwe bidin. Em baş dizanin ku DYE û Ewropaye ku qada hewayî nagire û ronahiya kesk ji van êrîşan re vêdixe. Me duh li ber xwe, em ê îro jî li ber xwe bidin.“

Girseya ku gihişt qada La Plaîn li vir qasê 10 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştî çalakiya rûniştinê, meş dewam kir û girse gihişt qada Vîa Portê. Li Vîa Portê mîtîngek hat lidarxistin.

17.26

HANNOVER

Kurd û dostên wan li Haûptbanhnofê hatin ba he û êrîşên li ser Rojava protesto kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê mîtîng dest pê kir û bê navber dirûşmeya “Tolhildan” hat berzkirin. Piştî mîtînga ku tevlêbûnek zêde jê re çêbûyî, girse ber bi navenda Hannoverê ve meşiya.

Di meşê de peyama “Em ê her tim amade bin” hat dayîn.

17.13

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li ber Pirtûkxaneya Melboûrneyê hat protestokirin. Endamê KNK’ê Heval Herkî bi gotina “Êrîşa dewleta Tirk a li ser Kobanê, êrîşa DAÎŞ’ê ya ji nû ve ye. Gelo cîhanê bîra xwe winda kiriye” bertek nîşan da.

Ji Alternatîfa Sosyalîst û dosta Kurdan Fiyona jî wiha got: “Roj, roja xwedî derketina li Rojava û mezinkirina piştevaniyê ye.”

17.00

HAMBÛRG

Meclîsa Gel a Hambûrgê ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kar û xebat dimeşîne, ji bo bertekên xwe li dijî êrîşên ku dewleta Tirk duh bi şev bi balafirên şer li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, nîşa bidin, li Haûptbahnof a Hambûrgê daxuyanî da çapemeniyê. Meclîsa Jinan a Rojbîn, hêzên enternasyonalîst ên Elman û Kurdistaniyên li Hambûrgê, tev li çalakiyê bûn.

Bi hezaran kesan di çalakiyê de pankartên “Frîeden Fur Rojava Ûnd Neîn Zûm Krîeg” û “Flûgverbotszone uber Nord-ûnd Ostsyrîen Jetzt!#Noflyzone” hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” û “Zap, Avaşîn, Metîna, Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin. Di çalakiyê de alên YPJ û YPG’ê û dovîza “Defend Kurdistan” hatin hildan.

Polîsan alên YPJ û YPG’ê weke hincet nîşan da û êrîşê girseya çalakgeran kir. Girse bi berxwedanê dest bi meşê kirin.

Anja Flach li ser navê Meclîsa Gel a Hambûrgê daxuyanî da û got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, nîjadperest, înkarker û qirker bi erêkirina NATO, DYE û Rûsyayê bi armanca qirkirinê êrîşê gelê Kurd û destkeftiyên wê kiriye. Armanca bingehîn a vê êrîşê, Şoreşa Rojava ye. Ji bo êrîşê Rojava bike, teqîna li Stenbolê dewleta Tirk bi xwe kiriye. Lê wê negihîjin armancên xwe. Şoreşa Rojava wê tune nebe, wê ji cîhanê re bibe mînak. Bi berxwedana şervanên YPJ-YPG’ê çawa ku DAÎŞ li Kobanê tune bû, wê çeteyên AKP-MHP’ê yên faşîst jî bikevin. Em bang li gelê xwe dikin ku li ber xwe bidin û bi ruhê Kobanê têkoşînê mezin bikin.”

Hezaran kesî bi berzkirina dirûşmeyan ji Haûptbahnofê ya Hambûrgê heta Ganzemarkê meşiyan. Çalakî li Ganzemarkê bi stranên berxwedanê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

16.55

TOÛLOÛSE

Weke li gelek bajarên Fransayê, li Toûloûseyê jî Kurd û dostên wan li ber metroya Jean Jaûres tevî astengiya polîsan jî, daxuyanî dan çapemeniyê.

Rêxistina Le Secoûrs Roûgeyê jî bi alên xwe tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dirûşmeyên li dijî rejîma Erdogan a faşîst û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya bi Fransî hat xwendin de wiha hate gotin: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Antî-El a Navneteweyî, Yekîtiya Ewropayê, Fransa û DYE’yê dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dawî li êrîşên leşkerî yên li ser gelê Kurd bînin. Her wiha em bang li partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, komele û sendîkayayan dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bertekên xwe raber bikin.”

16.39

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û gerîla, ji aliyê Kurd û dostên wan ve hat protestokirin.

Çalakî li ber Lorenzkîrcheyê hat kirin. Hat diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk tolhildana DAÎŞ’ê ye û dewleta Tirk a dagirker hat protestokirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan” û “Bijî berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê” hatin berzkirin.

16.31

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, meş û mîtîng hat lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê hat lidarxistin û dostên Kurdan ên li Qibrisê, rêxistinên sosyalîst ên çepgir, rêxistinên civakî yên sivîl û endamên komîteya piştevaniya bi gelê Kurd re ya Qibrisê ya ku li Qibrisê hat avakirin, tev li çalakiyê bûn.

Girse li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos hat ba hev û ji vir dest bi meşê kirin. Girseya qelebalix bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bi cehime”, “Bimre xiyanet”, “Bê Serok jiyan nabe”, “PKK” û “Tolhildan” hatin berzkirin.

Girse heta Şaredariya Lîmasolê meşiya û çalakî li vir veguherî mîtîngê. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin.

Di mîtîngê de siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat, nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbûş û endamên Komîteya Piştevaniya bi Gelê Kurd a Qibrisê ya ku li Qibrisê hat avakirin, yek bi yek axivîn. Girseyê ji ber bêdengiya li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, bertek nîşanî hêzên navneteweyî dan.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

16.26

VIYANA

Kurdistaniyên li ber Opera Karlsplatzê hatin ba hev û hovîtiya dewleta Tirk a li hemberî Rojava protesto kirin. Girse heta ber Balyozxaneya Tirk meşiyan.

Polîsên Viyanayê nehişt ku xelk ber bi balyozxaneyê ve bimeşe û li ser rê barîkat danîn.

Hat xwestin ku dawî li têkîliyên hikûmeta Awûstralya yên bi dewleta Tirk re bê anîn û hat diyarkirin ku wê li her derê çalakî bên lidarxistin.

Kurdistaniyên li Viyanayê dijîn, şev jî rabibûn ser pêyan. Di encama provokasyonên polîsan a li ser çalakiyê de, Kurdek hat destgîrkirin.

16.16

FREÎBÛRG

Di çalakiya ku li Freîbûrgê hat kirin de, dewleta Tirk a faşîst û dewletên Ewropayê yên fînansmanê wê, hatin protestokirin. Dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimire dewleta Tirk a faşîst”, “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya hat dayîn de, hat destnîşankirin ku bi hinceta teqîna li Stenbolê, êrîşê gelê Kurd dikin û hat gotin ku ew ê li dijî van polîtîkayên tunekirina gelê Kurd bêdeng nemînin û wê li qadan bin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

15:38

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî dewleta Tirk a dagirker bi mîtîngekê hate protestokirin. Aktivîstên TCŞ’ê jî beşdarî mîtîngê bûn.

Mîtînga li ber gara trenê ya navendî pêk hat de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Biji berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

15:29

HAMBÛRG

Li Hambûrgê êrîşa polîsan

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Polîsan bi cop û gaza îsotê êrîşî çalakiyê kir.

Çalakî bi banga Meclîsa Gel li navenda bajêr hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên hewayî yên dewleta Tirk hat protestokirin. Çalakî heta saetên derengî şev dewam kir.

Polîsan bi cop û gaza îsotê êrîşî çalakiya ku li ber gara trenê hat lidarxistin, kir. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan dewam dike.

15:29

GOTTÎNGEN

Kurd û dostên wan li bajarê Gottîngen ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. Hat zanîn tevlêbûnek zêde ji bo çalakiyê çêbûye.

TIROL

Êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Rojava û gerîla, ji aliyê Kurd û dostên wan ên li Innsbrûck a girêdayê bajarê Tirol ê Awûstûryayê dijîn ve hatin protestokirin.

Di danezana li çalakiyê hat xwendin de, daxwaza girtina qada hewayî ya Rojava hat kirin û koalîsyona navneteweyî hat hişyarkirin ku bi bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker DAÎŞ zindî dibe.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava“ û “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, bi banga FED-MED’ê saet 13.00’ê de meş li ber DGB Haûsê dest pê kir.

Di çalakiyê de dewleta Tirk hat protestokirin. Hevserokê FED-MED’ê Ahmet Kobanî, rêveberek ji rêveberên FED-MED’ê Yilmaz Gultekîn, ji Dîe Lînke ya Krefeldê Stephan Hagelmes, li ser navê ATÎK’ê Şevket Bûlût yek bi yek axivîn.

Bi armanca agahdarkirina gel, seranserê rêyê axavtin hatin kirin.

Bi boneya protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de gelek sivîl hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn, li çar aliyên cîhanê Kurd û dostên wan daketin qadan.

FRANSA

*MARSÎLYA

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer Rojava û Qendîl bombebaran kir, gelê Marsîlyayê daket qadan.

Li ser banga lezgîn a Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DKTM) Kurdistaniyên ku li ber Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê li hev civiyan, heta derengiya şevê çalakiyên xwe berdewam kirin.

Di saetên serê sibê de Kurdan bi 10 hezar belavokên bi sernavê, “Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Kurdistanê rawestînin!” daketin qadan.

Piştî belavok hatin belavkirin gel ji bo meşa ku di nava rojê de li qada Canabiere bê lidarxistin dest bi kombûnê kir.

*BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî di saet 12.30’an de li ber stasyona trenê çalakiyek hate lidarxistin.

SWÊD

*STOCKHOLM

Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Kurdistaniyên li paytexta Swêd Sotckholmê dijîn rexmê barîna zêde ya berfê û asê bûna rê, di saet 13:00'an de ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li qada Sergels Torget a li navenda bajêr kom bûn. Di çalakiyê de alên YPJ-YPG’ê hatin hildan û bê navber dirûşmeyên, “Faşîst Erdogan, dixwaze DAÎŞ’ê zindî bike” hate qirîn.

Di axaftinên li vir hatin kirin de li ser armanca çalakiyê peyam hatin dayîn û wiha hat gotin: “Bi awayek hemwext rejîma Îranê êrîşî bajarên Rojhilatê Kurdistanê û dewleta faşîst a Tirk jî êrîşî Rojava dike. Ev yek bi hevre girêdayî ne. Di demeke wiha de ku dijminên gelê Kurd li her derê êrîşî Kurdan dikin, gelê Kurd jî divê ji her demê zêdetir hişyar be û xwedî li gelên Kurdistanê derbikeve.”

SWÎSRE

Kurdistaniyên ku tevahiya rojê li bajarên Basel, Cenevre, Zurîch, Bern û Vevey yên Swîsreyê çalakî li dar xistin, banga xwedîderketina li gelê Kurd li raya giştî ya navneteweyî kirin.

*CENEVRE

Kurdistaniyên li qada Qoûaî Wîlson a ku postxaneya herî mezin a li Cenevreyê ye, hatin ba hev û mîtîng li dar xistin. Di axaftinên li ser navê saziyên Kurdan hatin kirin de wiha hate gotin: “Parastina têkoşîna gerîla ku di bin şert û mercên bêhempa de, li dijî dewleta Tirk a dagirker raber dike, divê ji bo me bibe berpirsyariya herî girîng.”

Piştî ku peyama şervanek enternasyonalîst ê li Rojava hat guhdarkirin, girse ber bi navenda bajêr ve meşiyan û ketin hundirê îstasyona trenê ya navendî. Girseyê li vir çalakiya rûniştinê li dar xist.

Wê li bajarên Basel, Bern û Veveyê li dijî êrîşên qirkirinê çalakî dewam bikin.

Li aliyê din jî Kurdistanî roja Duşemê wê bi çalakiya navendî ya ku di çarçoveya sala 100’emîn e peymana Lozanê de, li bajarê Lozanê li dar bixin starta çalakiyan bidin û êrîşên qirkirinê protesto bikin.

AWÛSTRALYA

*SYDNEY

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê bi banga NCKD’ê li Qada Town Hall hatin ba hev. Baran Pazarcik li ser navê Komîteya Amadekar axivî û got: “Tişta ku DAÎŞ’ê nekirî, dewleta Tirk îro dixwaze temam bike.”

Senatorê berê yê Partiya Keskan Lee Rhîannon jî wiha axivî: “Kobanê ji bo mirovahiyê sembolek e, ji ber ku bingehê binketina DAÎŞ’ê lê hat avêtin. Ez bang li DYE û hikûmeta Awûstralyayê dikin; Divê êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin, qada hewayî ya Rojava ji firînê re bê girtin û li dijî dagirkeriyê li gel gelê Kurd cih bigrin. Dema ku DAÎŞ têk çû her tiş baş bû, lê niha her ker kes durûtiyê dike.”

Stephen Smîth jî li ser navê Tifaqa Sosyalîst axivî û got: “Divê hemû partiyên çepgir û sosyalîst, ji bo Kobanê seferber bibin. Divê Parlamentoya Federal a Awûstralyayê demildest êrîşên dewleta Tirk şermezar bike.”

Hevserokê NCKD’ê Îsmet Taştan jî ev tişt gotin:

“Tevî ku vê hişmenê got ‘Kobanê ha ket, wê bikeve’ Kobanê ne ket, ji bo mirovahiyê bû hêvî û bila hişmendiya AKP-MHP’ê baş bizane ku tu hêz nikare vê hêviyê bişkîne. Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin; Îro roj roja mezinkirina yekitî û berxwedanê ye.”

AVÛSTÛRYA

*VIYANA

Kurd û dostên wan ên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn, daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Xelk li ber Parlamentoyê hatin ba hev û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.

Di çalakiyê de bang li civaka navneteweyî û dewletan hat kirin ku li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk rabin.