HDP û DBP’yî hatin serdana berxwedêrên Strasboûrgê

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 82’an de didome. HDP û DBP’yi yên ku hatibûn hilbijartin serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ya 14 çalakgeran di roja 82’an de didome. Her roja diçe rewşa tenduristiyê yên çalakgerên grevê xirad dibe û berxwedêrên grevê bi biryardarî çalakiyê didomînin.

WEKÎLÊ HDP’Ê Û HEVŞAREDARÊ BAJARÊ MEZIN Ê AMEDÊ HATIN SERDANA ÇALAKGERAN

Serdanên piştgiriyê yên Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarên cuda yên Ewropayê didomin. Îro Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr İşik û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amêdê Firat Anli ku qeyûm li cihê wî hatibû tayinkirin, Serokê berê yê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek jî di nav de gelek Kurdistaniyan serdana çalakgeran kirin.

Ji çalakgeran Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç heyeta HDP û DBP’ê pêşwazî kir û Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr İşik axivî û qala girîngiya berxwedanê ya li dijî tecrîdê kir.

MENSÛR IŞIK: WEKE SALA 1982’AN EW Ê BERXWEDAN BIGIHIJE ARMANCA XWE’

Mensûr İşik bal kişand li ser rolê pêşeng yê çalakiyên greva birçîbûnê di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurd de û got; “Ji bo gelê Kurd di pêvajoyekî girîng de rol dileyzin. Em bibawerin ku ev grevên birçîbûnê weke berxwedana 1982’an a Girtîgeha Amedê ew ê serbikeve û bigihîje armanca xwe. Dema ku ev tecrîda li ser Ocalan hate şikandin ew ê gelê Kurd jî bigihîje armanca xwe; ew ê aşitiyekî bi rûmet bidestbixin. Em bibawerin ku hevalên me û gelê Kurd ew ê bigihîjin armancên xwe.”

‘DIVÊ LI HER QADÊ BERXWEDAN WERE NÎŞANDAN’

Ji çalakgeran Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî, spasiya heyeta HDP û DBP’ê kir û got; “Divê li her qadê berxwedaniyên mezin were nîşandan. Greva birçîbûnê serî de li girtîgeh û li her qadên Kurdsitanê di qada navnetewî de dengek mezin veda. Berxwedan li her derê didome.”

Yuksel Koç herî dawî got; “Lingek yê berxwedana li dijî faşîzmê hilbijartina 31’ê Adarê ye. Berxwedana li dijî tecrîdê û bidestxistina rêveberiyên ku hatine xesp kirin gelek girîng e.”

Navê berxwedêrên ji 17'ê Kanûnê ve li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne wiha ne; Parlamentera serdemên 25 û 26'an Dîlek Ocalan, siyasetmedar Mûstafa Sarikaya û Mehmet Nîmet Sevîm, nûçegihan Gulîstan Çiya Îke, akademîsyenê ji Rojhilatê Kurdistanê Kardo Bokanî, Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mohamme Ghaderî, çalakger Denîz Surgut, Ekrem Yilmaz, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Ayvaz Ece, Agît Ûral û Kerem Solhan.